STENBOL – Rojnamevan Aydin Engîn ê duh koça dawî kiribû, hat veşartin.
Rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn ê duh ji ber nexweşiya ku dihat tedawîkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Çengelkoyê ya Stenbolê hat veşartin. Li ser xwestek ango wesiyeta Aydin Engîn û ji ber pandemiyê merasîma cenaze bi girseyî nehat kirin. Hevjîna Aydin Engîn, Oya Baydar û lawê xwe Ekîm Engîn li ser gorê şîna xwe qebûl kirin. Xizmên Aydin, gelek siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîr li ser gora wî amade bûn.
Oya Baydar axivî û spasiya kesên sersaxî jê re xwestine kir û got heval û dostên hevjînê wê wan bi tenê nehiştine.
Serokê Basin-Îşê Farûk Eren ku berê ew û Engîn bi hev re xebitîne jî destnîşan kir ku Aydin ji salên 1960’î ve ji bo têkoşîna demokrasiyê dixebitî û ew ê mirovek wiha binirx ji bîra nekin.