NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin 99 roj in li Baroya Wanê nobeda Edaletê digirin.
WAN
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ligel ku cezayê wan qediyane û nayên berdan 99 roj in li Baroya Wanê di Nobeta Edaletê de ne.
Zubeyde Abî ya ku hevjînê wê Ebedîn Abî yê ku girtiyekî nexweş e û di Girtîgeha Tîpa T a Bunyana Kayseriyê de ye, nobed domand.
Rêveberên HDP’a Rêya Hevrîşmê ya Wanê jî hatin serdana nobetê. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Rêya Hevrîşmê Cevdet Altindag diyar kir ku vê hefteyê ji girtîgehan 3 cenaze derketine û got “Ev rewş nayê qebûlkirin.”
Altindag bal kişand ser zilma li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Polîtîkayên li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan tê kirin. Divê li hemberî zilma li girtîgehan civak serî rake. Divê ev zilm l ikolan û qadan were teşhîrkirin.”
ÎZMÎR
Nobeda Edaletê ya li Baroya Îzmîrê ya xizmên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 31’emîn de didome. HDP, Partiya Siberojê ya Çep û Partiya Keskan çûn serdana nobedê.
Dayika Medet Sever ê li 1’emîn Girtîgeha F1 a Bandiraya Balikesîrê tê girtin, Hanim Sever wiha got “Kî li dû me tê li ser ser û çavên me cihê wan heye. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.”
Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku dewlet nikare îradeya girtiyan teslîm bigire loma li ser girtiyên nexweş polîtîkayên zextê dide meşandin.
Dayika Nezir Gumuş ê li Girtîgeha T1 a Bandirmayê dimîne Hanife Gumuş got divê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên destpêkirin.
Fehime Poyraz jî diyar kir ku kurê wê Suleyman Poyraz jî li Girtîgeha Şakranê tê girtin û daxwaza piştevaniyê kir.