BEHDÎNAN – Stêrk Tv’yê bi yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc re hevpeyvînek weşand.
Hakî Armanc diyar kir ku Cejna Newrozê ji aliyê bi milyonan kesan hate pîrozkirin û îsal wateyeke wê ya cihê heye û got,
“Beriya her tiştî Newroza 2022’an li Rêber Apo, li gelkê Kurd, ji hemû gelên dinyayê yên ji bo azadiyê têdikoşin, li hemû xebatkar û li gerîlayan pîroz be. Di şexsê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de, ez hemû şehîdên me bi bîr tînim. Newroza îsal bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ev jî bi saya têkoşîna Rêber Apo û ya têkoşînê ye. Îsal wateyek taybet a Newrozê heye. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo tevî komeke hevalên xwe dabû destpêkirin kete sala 50’an. Di sala 1973’an de Rêber Apo biryara têkoşîneke dîrokî da. Ev têkoşîn roj bi roj geş dibe û xurt die. Gelê me xwedî li têkoşîna ku Rêbertî dabû destpêkirin, derdikeve. Bi helwesta Rêber Apo re Newroz rastiya xwe bi dest xist. Beriya wî jî hebû lê wekî cejneke adetî bû. Lê Rêber Apo wateya rastîn a Newrozê derxist holê. Newroz cejna gelên bindest e. Îro jî li ser gelê me zext û zilmeke mezin heye. Ji ber vê Newroz ji aliyê bi milyonan kesan tê pîrozkirin.”
Armanc qala civîna salane ya Konseya Fermanadariya HPG’ê kir û got,
“Em Konseya Fermandariya HPG’ê her sal civîna xwe bêyî problem li dar dixînin. Beriya wê jî civînên PKK, KCK û YJA Starê hatinkirin. Dema ku dijmin dibêje ‘Gerîla êdî nikare were ba hev’ rêveberiya tevgera me jî tê de, dema heval ji her derê tên û civînê li dar dixînin, ev jî diyar dike propagandaya dijber a dewleta Tirk pûç dibe. Ji ber vê civîna me bi serketî qediya. Hemû pratîkên erênî û neyînî hatin nirxandin. Şerê di sala 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşanî me da ku divê em bêtir hay ji berpirsyariyên xwe hebin. Dewleta Tirk di serê sala 2021’an de li hemberî Garê êrişek dan destpêkirin. Heval Şoreş Beytuşebab û hevrêyên wî mudaxeleyî operasyona dagirkeriyê kirin û şehîd bûn. Derbeke giran li dewleta Tirk hate xistin. Ne bi tenê planên dewleta Tirk, planên hêzên komploger ên navneteweyî jî pûç bûn.
Hêzên navneteweyî her cure çek dan dewleta Tirk, Kurdên xayîn çavê xwe ji wan re girt û piştgirî dan dewleta Tirk. Dewleta Tirk nedikarî bi tena serê xwe were Garê. Jixwan amadekariyeke 6 mehî kiribûn. Gerîlayên azadiyê di nav çend rojan de ev amadekarî pûç kirin. Erdogan bi xwe jî li xwe mikur hat ku ew li Garê têk çûne. Dewleta Tirk ji bo vî tiştî biguherîne di 23’ê Nîsanê de êrişî Metîna, Zap û Avaşînê kir. Li hemberî van êrişan jî gerîla taktîkên cihê pêk anî. Yek ji van jî tunelên şer û tîmên şer ên pispor bû. Hevalên me li hemberî teknîk û çekên kîmyewî heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dan. Ev berxwedan him ji bo gelê me û him jî ji bo hevrêyên me ronahiyek e. Dewleta Tirk tevî piştgiriya dewletên modernîteya kapîtalîst jî nekarî li hemberî berxwedana gerîlayan encamekê bistîne. Derbên giran xwarin. Di vê civîna me de biryar hate dayîn ku berxwedana van hevalên me di pêş de bibe serfirazî.
Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne dûrî helwesta Rêber Apo ye. Ev salek e em nikarin ji Rêber Apo agahiyan bistînin. Ev rewş di nav gerîlayên azadiya Kurdistanê de hêrsek çêkiriye. Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê li holê ye. Ev berxwedan bandorê li ser gelê me dike. Em biryarên di konseyê de hatine stendin di demên pêş de pêk bînin.”
Armanc qala gerîlatiya li Bakur jî kir û got,
“Di nîveka salê de raporên hemû eyaletan hatin. Rewşa eyaletan baştir hate fêmkirin. Li Bakur ji mehên biharê û vir ve operasyonên dijmin hene. Êrişên li ser eyaletên me yên bakur didome. Dewleta Tirk gelek êriş bir ser gerîlayan lê bi ser neket. Carina şer çêbû û hevalên me şehîd ketin lê operasyonên dewleta Tirk ên li Bakur hate pûçkirin. Ev jî diyar dike di asta xweparastinê de hevalên me astek bi dest xistine. Li bakur hinek çalakiyên bi bandor hate kirin jî ev ne saleke adetî bû. Li gorî me potansiyela me ya bakur baş neketiye pratîkê. Di vê civînê de di warê rexne û xwerexneyê de em li ser vê meseleyê sekinîn. Ji ber ku potansiyela me ya Bakur baş neketiye pratîkê.”
Armanc diyar kir ku di civînên rêveberiyê de perspektîfên xurt derketine holê û got,
“Di civîna Fermandariya HPG’ê de jî gelek tişt hatin pênasekirin. Her zivistan gerîlayên azadiyê perwerdehiya xwe ya salanê li ser vî esasî distîne. Beriya her tiştî divê 24 saetan li ser xeta xwerêxistinkirin û îdeolojîk xwe xurt bike. Heke tîmeke me ya gerîla li gorî perspektîfa gerîlatiya modern plansaziya xwe bike wê derbên xurt li dijmin bixe. Derbarê salên borî em li ser qelsî û kêmasiyên xwe skekînin. Tempoya Rêber Apo ji bo me esas e. Her hevalekî me di wê potansiyelê de ye ku têkeve nav dijmin û wan tune bike. Di sala pêş me de em ê di pratîkê de bibînin ku wê Gerîlatiye Modernîteya demokratîk peywirên çawa werbigire.”
Armanc li ser sala 50’emîn a têkoşînê jî got ku,
“Têkoşîna ku Rêber Apo daye destpêkirin 50 sal in didome. Heke îro em hene û têkoşîn meşiyaye, ev bi saya keda Rêber Apo ye. Em her dem dibêjin em deyndanê Rêber Apo ne. Ji ber vê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî meseleyeke gelekî girîng dibînin. Di hemû xebatên me de, wê armanca me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Bi vî awayî em dikarin deynê xwe yê ji bo Rêber Apo bidin.”