MERSÎN – Di saetên şevê de kes ango kesên “nasnameya wan nediyar” êrişî avahiya HDP’ê ya Navçeya Erdemliyê ya Mersînê hat kirin. Êriş bi çiftê pêk hat û gule li tabeyala HDP’ê ketine.
Di saetên serê sibehê de piştî ku rêveberên HDP’ê rewşê ji wan re ragihandin cendirme û gelek HDP’i hatin ber avahiya.
Sekna HDP’iyan a li ber avahiyê û lêkolîna cendirmeyan didome. Di saetên pêş de tê payîn ku ji aliyê HDP’ê ve daxuyanî bê dayîn.