NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi dirûşma ‘Disala Serketinê de Werin Cenga Azadiyê’ wê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin.
Banga ji bo tevahî eyaleta NRW’ê hate kirin, hate gotin ku wê meş li Dûîsbûrgê bê lidarxistin.
Di daxuyaniya ciwanan a hate kirin de hate ragihandin ku li gel meşa ku wê li Dûîsbûrgê bê kirin, heman demê wê li Koln, Dortmûnd, Dûsseldorf, Bochûm û Mûnsterê jî ciwan tevlî bibin.
Organîzasyonên meşe anî ziman ku dem dema ku hesab ji dewleta Tirk a faşîst û qirker bê xwestine û ev tişt got: “Dagirker û faşîzim li kûderê be, ciwanên Kurdistanê jî wê li wir bin heta serketinê li ber xwe bidin.”
Orgnîzatoran bang li hemû ciwanên Kurdisanî û û dostên wan ên li NRW’ê dijîn kir ku 2’yê Nîsanê saet 15:00’an li pêşiya gara tirenê amade bibin û tevlî meşê bibin.