Navê Tevgerê: Armanc Goşkar
Nav-Paşnav: Suna Kızılkaya
Cihê Dayîkbûnê : Muş
Navê Dayîk Bav: Nazife – Hüseyin
Şehadet Tarihi ve Yeri: 3 Temmuz 2018 / Medya Savunma Alanları
Her tevger û gel girîngî didin şehîdên xwe û wana bi rêzdarî bi bîr tînin. Di mirovatiyê de, şehadet nirxekî herî pîroz û watedar e. Ger kesek ji bo azadiya welat, gel û nirxên mirovatiyê li dijî dagirkeran têkoşîn bike û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest bide, ew şehîd tê hesibandin. Lazim e mirov şehadet û mirinê tevlihev neke. Mixabin ev mertebeya şehadetê ji aliyê gelek hêzan ve tê şêlûkirin, kesên ku ji bo desthilatdariya dagirkeriyê êrîşî nirxên civakê dikin û tên kuştin jî weke şehîd nîşan didin. Ev tişt li hemberî gelê Kurd di şexsê dewleta Tirk de, li ber çavên me tê jiyankirin. Dijminê me şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê weke terorîst nîşan dide û mirina leşkerê xwe yên dagirker jî weke şehîd raber dike. Ger ku mirov xwedî wîjdan û exlaqê civakê be, ev heqîqeta heyî ji hevdû derxistin ne zor e.
Tevgera azadiya gelê Kurdistanê ku di pêşengtiya PKK’ê de pêş dikeve heqîqeta şehadet û şehîdan pir vekirî nîşanî me daye û bi têkoşîna azadiyê re watedar kiriye. Jixweber ne hatiye gotin ku, “PKK partiya şehîdan e.” Xwediye vê partiyê yên esîl şehîd in. Ev rastî heqîqeteke jiyanî ye. Me ev rastî di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de tim dît û niha jî rojane tê jiyîn. Di her bihostek axa Kurdistanê de her nirx û derfeta hatî avakirin û her kêliya jiyanê ked û heqîqeta şehîdan heye û havêyna tevgera azadiyê bi vê manewiyatê bilind hatiye hûnandin. Ger em li ser rêka heqîqetê dil û mejiyê xwe baş vekin, wê ev rastî û manewiyat tim were ber çavên me. Ev jî tê wê wateyê ku mirov wê tim bi şehîdan re jiyan bike û li ser pêkanîna armanca wan bikeve ser rêka têkoşînê.
Rast e, tim tê gotin ku nivîsandina li ser şehîdan zehmet e, lê li ser hevala Armanc nivîsandin hîn bêhtir zor e. Herî kêm ji bo min wisa ye. Mirov bi hevalên şehîd re demeke dirêj mabe, xebat û demên zehmet bi hev re bihurandibe wê demê zehmetiya nivîsandinê hîn zêdetir dibe. Me jî bi hevala Armanc re di demeke ewqasî dijwar, bi tevger, tije êş û xweşî derbas kir ku nivîsandina wan bîranîna ji bo me rastî jî ne hêsan e. Lê ev jî rastiyek e ku her şehîdeke/î me bi şehadeta xwe deynê sitûyê me, barê li ser mile me girantir dike ku em wan rast jiyan bikin û rast bidin jiyîn. Mirov li hemberî şehîdan çiqasî hestyar bibe jî ku, ez bawerim her hevalek vê yekê jiyan dike, dîsa jî ji me tê xwestin ku em li hemberî heqîqeta şehîdan erkê xwe bînin cih û bibin şopdarê armanca wan. Şehîd ewqas nêzî me ne ku ger mirov guhê xwe bigire jî wê bibihîze û ger mirov çavê xwe bigire jî wê wana bibîne.
Hevala Armanc keçeke Kurd Elewî ya ji Gimgima Mûşê bû. Di nav civakeke welatparêz de ku timî li dijî dagirkeran di nava serhildanê de bû, li welatê Serhedê ji dayîk dibe û mezin dibe. Belê, ew jî di nava vê civaka serhildêr ku zilmê qebûl nake de çavên xwe li jiyanê vedike. Hevala Armanc ji ber ku di nav civakek welatparêz û malbateke Elewî de mezin dibe, hêj di temenê xwe yê ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Dibistanê heya zanîngehê dixwîne û beriya ku tevlî refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibe di gelek xebatên civakî de cihê xwe digire. Di xebatên salên 90’î yên ERNK’ê de li gelek bajaran weke milîtaneke jîr û jêhatî kar dimeşîne, têkoşîn dike. Hevala Armanc ji ber ku jineke zîrek û biaqil bû, piştî ku tevlî tevgera azadiyê bû jî di serî de li metropolên Ewrûpa û gelek heremên zor de xebatên azadiyê dimeşîne. Qasî çend salan wek nûçevan li Ewrûpa di televîzyona ragihandina azad de cihê xwe digire û her roj derdikeve pêşberî gelê xwe. Di tevahiya van xebatên ku di navenda kapîtalîzmê û şerê teybet de meşandî, tim xeta vîna azad, sekna jina azad ji bo xwe esas girt û mohra xwe li ser gelek serkeftinan xist. Ew çiqas li Ewrûpa û metrepolan di nava xebatan de be jî, tim û tim bi bêrîkirin û xeyala ku were nav gerîlatiya serê çiyayên Kurdistanê jiyan kiribû. Ew wek jineke azad û fedaiya vê xetê tim xwedî armanc û xeyalên xwe gihandina lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bû.
Beriya ku ez hevala Armanc bibînim, min nav û dengê wê pir bihîstî bû. Lê ji nêz ve min di bihara sala 2011’an de Konferansa 6’emîn a HPG’ê de nas kir. Di pêvajoya amedekirina belgeyên konferansê de, di komisyonê de cih girtibû û piraniya wan belgeyan hevala Armanc bi xwe nivîsandibû. Hevala Armanc ji perwerdeya Ocaxa PKK’ê hatibû û wek Endama Konsêya Leşkerî ya HPG’ê tevlî konfaransê dibû. Vesazkirina wê li qada Botanê çêbûbû û wê jî xwe li gorî vê amade dikir. Piştî nîqaşên kûr û dirêj ên di konferansê de perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî zelal bibû. Hevala Armanc bi coşa vê li bendî derbasbûna Botanê bû. Piştî ku konferans bi dawî bû, hevala Armanc bi koma xwe re hatibû ber ava Xabûrê û amadekariyên xwe yên dawî dikir. Di vê demê de, em gelek caran hatin gel wan û bi wan re nîqaşên me çêdibûn. Hevala Armanc lêhûrbûn û amadekariyên xwe bi hevalên derdora xwe re jî parve dikir û ew ji bo pêngava şerê gel ê şoreşgerî amade dikir. Vesazkirina hevala Armanc di asta fermandariya herêma Gabarê de çêbûbû û ew jî ji vê yekê pir kefxweş bû.
Di bihara sala 2012’an de em jî derbasî qada Botanê bûn. Ji 2012’an heya sala 2016’an em bi hevala Armanc re di heman rêveberî û fermandariyê de bûn û me bi hev re xebat meşand. Di nava van 5 salan de gelek bîranînên xweş û nexweş me bi hev re jiyan kir. Pir caran em hevalên keç û xortên ciwan ên rûken re di nav wan çiyayan û xwezaya pir delal û dewlemend de demên bi moral derbas kir. Carna bi derbên gerîlayên Botanê ku li artêşa dagirker a dewleta Tirk dixist em kefxweş dibûn û carna jî bi şehadeta qehremanan dihejiyan û xemgîn dibûn.
Hevala Armanc ji gelê Botanê û çiyayên Botanê zehf hez dikir û wan jî ji hevala Armanc pir hez dikirin. Ew dilê wê yê tije hezkirin di her kêliya rûkeniya hevala Armanc de dihat dîtin. Her tim ji hevalên derdora xwe re digot ku; “cihê ku mirov herî zêde xwe lê azad dibîne çiyayên Botan û Zagrosan e.” Ji çiyayên bilind pir hez dikir û tim dixwest ber bi bilindahiyan ve bimeşe û derkeve lûtkeya wan çiyayan.
Li bîra min e, carekê çûbû ser çiyayê Herekola Mîran û derketibû ser serê Dîwana Mîr. Çiyayê Herekolê gelekî bilind e û Dîwana Mîr jî cihê herî bilind ê çiyayê Herekolê ye. Di nava Gelê Botanê de tê gotin ku, di dema mîr û began de mîrên Botanê havînan hatine û li Dîwana Mîr sekinîne. Ji ber ku dema mirov derdikeve ser Dîwana Mîr, rastî jî tevahiya Botanê xuya dike. Hevala Armanc bi kêfxweşiyeke mezin ji hevalan re behsa Herekolê û bilindahiya wê dikir. Ji bo ku mirov rastiya hevala Armanc a di van 5 salên Botanê de baş bîne ser ziman, pêwîst e em kêlî bi kêlî wê demê binivîsinin. Ji bo vê jî demeke dirêj lazim e. Bi boneya vê nivîsê em dikarin encax behsa hin xweşikahî û pîroziya hevaltiya hevala Armanc bikin.
Hevala Armanc di Fermandariya qada Botanê de gelek kar û xebat meşand, pêşengiyeke xurt kir. Pêvajoyeke herî dijwar û girîng derbas bû yek jê jî, pêvajoya şerê berxwedana rêveberiya xweser a 2015-2016’ê de çêbûyî bû. Di pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî de û berxwedana reveberiya xweser ên li qada Botanê meşiya de, hevala Armanc xwe bi xurtî tevlî kir. Lê tenê ne ku xurt tevlî bû, di heman demê de ji hevalan û gel re pêşengtî kir. Li Botanê di şerê berxwedaniya bajaran de ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk pêş ketî de, keda herî mezin a hevala Armanc bû. Jixwe heya derengiya payîza 2015’an bi van xebatan re mijûl bû. Piştre li ser biryara rêxistinê em di heman demê de derbasî kampên zivistanê bûn. Qasî mehekê dem derbas nebûbû ku şer giran bû. Em ji ber vê ji kampên xwe derketin ku rasterast alîkarî bidin hevalan. Roja ku em gihîştin cem hevalên derve me dît ku hevala Armanc jî ji kampa xwe derketiye û hatiye. Wîjdana wê ya hevaltiyê û berpirsiyariya wê ya rêxistinî destûr nedabû ku di kampê de bimîne. Em bi hev re ketin sersala 2016’an.
Hevala Armanc bi şev û roj bi hevalan re, milîsan re û gel re mijûl bû û bi dehan heval rasterast amade kir û tevli vê berxwedanê kir. Car car bi civînan, car car bi not û perspektîfên nivîskî û car car jî bi rêka bêtêlê talîmat û perspektîf dida hevalan û rola xwe ya pêşengtiyê dileyîst. Hevala Armanc bi sedan yekîniyên herêmî û şervanên nû perwerde kir û ew xistin nav têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê.
Hevala Armanc bi qasî ku bi perwerde û pirsgirêkên hevalên jin re mijûl dibû, ewqasî jî bi hevalên xort re mijûl dibû. Wê di nava hevalan de ti caran cudatî nedikir û wekhev nêzî hemû hevalan dibû. Ez dikarim vê vekirî bibêjim ku, di nav hevalên jin de mirov herî zêde xwe li gel hevala Armanc rihet didît û pê re parve dikir. Ewqas bawerî dida mirov ku, me li gel wê tu şik û gûman jiyan nedikir û me hertim dixwest pêre di nav heman xebatê de bin. Ev daxwaziya gelek hevalan bû ku, berê bi hevala Armanc re xebat meşandibûn û careke din dixwestin pê re bijîn û xebat bikin. Gelek hevalan ev daxwaziya xwe dianîn ser ziman. Mirov ji sekna hevala Armanc a rêxistinî û bipîvan bandor dibû. Vê jî dihişt ku mirov jixweber û bi awayekî xwezayî li hemberî wê rêzdar be. Mirov sekna jina azad û ji xwe bawer herî zêde di kesayeta hevala Armanc de didît. Rastî jî bi dil û mejiyê xwe azad bû, paqîj bû, bipîvan bû û tu car ji vê tawîz jî nedida. Ya ku herî zêde derdora xwe rexne dikir, heta carna xwe aciz jî dikir lê rexne û aciziya wê encam digirt û yê pêşber xwe diguhert. Di bîrdozî û felsefeya Rêber APO de, zanyariya xeta jina azad de pir kûr bû û ev jî tim û tim bi derdora xwe re parve dikir.
Taybetmendiyeke din a hevala Armanc jî ew bû ku, li hemberî şaşîtiyan xwedî helwest bû û bê teredut rexne dikir. Nedihişt şaşîtî li gel wê bê jiyankirin. Ji ber ku bi şaşîtiyan re jiyan nedikir û li hemberî şaşiyan tehemula wê tune bû. Gelek caran li ser xebatên me yên şaş rexneyên wê çêdibûn û me jî encam jê derdixist. Ez dikarim li ser navê xwe bibêjim ku, min ji ber gelek rexneyên hevala Armanc kêmasiyên xwe dîtiye û hêz jê girtiye. Jixwe di şoreşa PKK’ê de tişta ku hevaltî û jiyana mirov xweş dike, hêz dide mirov rexne û rexnedan e. Hevala Armanc jî weke hevaleke dilsoz, samîmî û hevalbend ev biberpisyariya hevaltiyê bi cih dianî. Li hemberî hevalan pir dilnizm û mutewazî bû, lê şaşîtî jî qebûl nedikir.
Tişta ku mirov herî zêde jê bandor dibû yek jê jî; wê her tim hevalên xwe difikirî. Tiştên baş û xweş beriya xwe ji bo hevalên xwe dixwest. Ewlekariya hevalê xwe ji ser a xwe re digirt û pir bi hişyarî tevdigeriya. Dema rêxistinê biryar girt ji bo ku heval Armanc derbasî Başurê Kurdistanê bibe, wê nedixwest ku dev ji hevalên Botanê berde û biçe. Çend salan bi wan hevalan re di nav şerên giran de mabû û şer jî hîn berdewam bû. Ji ber vê yekê wê dixwest ku di nava vê zoriyê de ew jî bi hevalan re be. Jixwe ji ber vê hatina xwe ya Başûr salekê bi derengî xist û herî dawî bi biryara teqez a tevgerê derbasî Başûr bû.
Pîştî ku hevala Armanc derbasî Başûr bû jî, hevalên li Botanê her tim di bîra wê de bûn û her gav silavên xwe digihand wana. Carna bi nivîsandina not û nameyan, carna jî bi rêka bêtêlan bêrîkirin û hezkirina xwe ya ji bo hevalan û çiyayên Botanê dianî ser ziman. Dixwest ji Başûrê Kurdistanê jî moral bide hevalên Botanê û bi wan re alîkar be. Girêdana hevaltiyê di demên zor û zehmet de dianî bîra me û vê jî girêdana hevaltiyê xurtir dikir.
Hevala Armanc ji bo mirov hêviya jiyana azad, hêviya jina serbilind, hêviya hevgirtina hevaltiyê, hêviya ronahiyê û hêviya serkeftinê bû. Fermandara hêja û qehreman hevala Armanc bi şehadeta xwe kuleke giran xiste dilê me û berpirsyariyeke mezin danî ser milên me. Edî ji me tê xwestin ku em xwe li gorî pîvan û sekna vê şehîda mezin kesayeta xwe avabikin û bibin hevalên wê yên rast. Girêdana xeta jina azad, girêdana Rêber APO û şehîdên azadiyê bi girêdana vê şehîda mezin re dikare pêk bê. Soz û biryara me ew e ku, em ê layîqî vê leheng û cengawera hêja bin. Hevala Armanc bi şehadeta xwe soz û biryara me ya girêdana şehîdan bi dehan caran bi me da dubarekirin û ji bo şoreşê barekî giran da ser milên me. Em ê heya dawiyê bi têkoşîn, xebat û hevaltiya xwe hewl bidin ku layîqî vê şehîda mezin, pîroz û rûmet bibin.
Haqî Armanc