BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
26’ê Adarê saet di 13:00 de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin. Hedefên ku hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.
27’ê Adarê saet di 17:30’î de hêzên me li çeperên dagirkeran ên li Kela Bedewê xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.
Ev herdu çalakî di şexsê şehîdên nemir ên Hefteya Lehengiyê yên 21-28’ê Adarê Agît (Mahsûm Korkmaz) û Mazlûm Dogan de ji bo bîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hatine lidarxistin.
26’ê Adarê saet di navbera 07:45-10:10 de derdora Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
26’ê Adarê saet di 10:00 de qada Şkefta Birîndaran a herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
26’ê Adarê saet di 10:20’î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
27’ê Adarê saet di 19:40’î de qada Kûnişka ya herêma Zapê, saet di 21:05 de jî qada Girê Ortê yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.”