KOBANÊ – Bi boneya rojbûna rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dê 30`ê vê mehê hemleya belavkirina daran dest pê bike, da ku 2`yê Nîsanê wan daran biçînin.
Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê para hemû navçeyan diyar kir û li ser vê yekê dê daran radestî komînan bike, da ku li welatiyan belav bikin. Her wiha dê dar li gorî rûbera şîn a her navçeyekê were belavkirin ku ew jî wiha ye:
Navçeya Eyn Îsa hezar û 500 dar.
Navçeya Sirîn 2000 dar.
Navçeya Şêran 2000 dar.
Navçeya Qenayê hezar û 500 dar.
Navçeya Kobanê hezar û 500 dar.
Navçeya Çelebiyê hezar û 500 dar.
Hevserokê Gerînendeya Jîngehê li Herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: “Armanca me ji belavkirina daran, xemilandina herêmên me ye, ji ber ku şer bandor lê kiriye û dem hatiye ku xweşikbûna herêmê vegerînin. Li aliyekî din me roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo çandina daran hilbijart, ji ber ku rêbertî ji xwezayê hez dike.”
Arif Balî bang li gelê herêmê kir ku çanda çandina daran belav û xurttir bikin, her wiha parastina darên ku hatine çandin bikin, ji ber ku baştirîn rêbazê pakkirina hewayê ye.
Gerînendeya Jîngehê heta niha li navçeya Sirînê 3 baxçe vekirine, her wiha li gundê Şêxçoban ê başûrê bajarê Kobanê jî daristana Şehîd Rustem ku 3 hezar dar lê hene, vekir. Zêdetirî hezar dar jî li daristana Kobanê û li peyarê û rêyên hundirê bajêr çandin. Di heman demê de 700 dar li daristana Şehîd Gelhat a navçeya Çelebiyê çandin.