NAVENDA NÛÇEYAN –
Şoreş çiye?
Şoreş têgîneke wisa ye ku wate û jêdera xwe ji dîroka mirovahiyê digire, ji ber ku şoreş çalakiyeke mirovahiyê ya kevin e. Şoreş tê wateya jiyana nû, têgihîştina nû ya ji civakê re û xwe li gor vê têgihîştinê û pêwîstiyên wê ve birêxistin dike. Di heman demê de her kes nikare ji bo jiyana nû û têgihîştina nû ya ji civakê re pêşengtî bike, ji bo şoreşê îdeolojî, polîtîkbûyîn û exlaq û wêrekî ve divê. Ji ber ku wê li hember hemû hînbûyînan, kevneşopî û ferasetên ku hatine qebûlkirin, bêyî ku bi berjewandiyên xwe bifikire, helwest û bertekên xwe bide nîşandan. Di heman demê de bi têgihîştina nû re li hember kevneşopiyên kevin, dikeve nava israra têkoşîna guhertin û veguhertinê ve.
Di aliyeke din de jî divê rastiya şoreşê jî were fêmkirin, şoreş tenê ya serdest yan jî bindestan nîne. Ji ber ku dema mirov vedigere li dîrokê dinêre dighêje wê qenaetê ku şoreş di şert û mercên xwezayî de jî dikare pêk were û pêk jî hatiye. Mirov dikare mînaka wê ya şêmber şoreşa Neolotîk bide, ji ber ku berî civaka mirovahiyê ya destpêkê derbasî pêvajoya Neolotîkê bibe, tu sextê pergal yan jî sîstemeke serdest nîn bû, sîstemeke ku karibe jiyana wan weke ya roja îro bike jiyaneke çînatî nîn bû. Lê ji ber guhertinên ku çêkirine weke şoreşa Neolotîk tê pênase kirin. Ev şoreşa ku bi pêşketî jî bi pêşengtiya jin û ciwanan bû, bi vê pêşengtiya xwe ji bo civakê derfetên nû afirandine.
Lê belê di roja îro de şoreş pêkanîn bi hêsanî nabe, şert û mercên ku mirovahî di roja îro de gihîştiyê cudayî her dem û her qonaxê ye. Ji ber ku di pêvajoyên destpêkê de dibe ku herî zêde felaketên xwazeyî li hember mirovahiyê bibe asteng, lê di roja îro de ji derveyî felketên xwezayî felaketên desthildariyê ye. Her mirovekî ku çavên xwe di nava vê sîstemê de vedike, çavbirçiyê desthildariyê ye û bi vê hesretê mezin dibe.
Li kurdistanê bi qasî lêdana dil û standina nefese ve şoreş girînge
Li Kurdistanê gelê kurd bi salan ji aliyê hêzên serdest ve bê nasname û bê statu hatine hêştin Kurd hertim hatine înkar kirin. Ji bo ku tu hebûn bi navê kurd li ser rûyê vê cîhanê nemîne, çînên serdest bi hemû hêzên xwe di nava tevgerê de ne. Şerê ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de tê meşandin, mirovahiyê û nirxên wê yên civakî ve dixe nava metirsiyekê. Şerê ku îro li Kurdistanê tê meşandin, yan jî tê rêvebirin şerê desthildariyê ye, şerê çînên serdest ya li dijî çîna bindeste. Şerê li kurdistanê tê meşandin şerekî dagirkerî û mêtîngeriyê ye. Şerê ku bi destê EL-Qaîde, EL-Nûsra û DAÎŞ’ê ve tê birêvebirin şerekî heya dawiyê bê wijdanî û dijmirovahiyê ye.
Şerê ku li Kurdistanê tê meşandin ji bo gelê kurd û bi taybet jî ji bo ciwanên Kurd him avantajekî dîrokiye û hem jî bi xwe re xeteriyên mezin û cidî tîne. Ji bo vê jî girînge ku ciwanên kurd weke pêşengên gelê xwe vê pêvajoyê ji hemû aliyên wê de têrker bixwîne û rastiya wê fêmbike, heya ku ciwan pêvajoyê fêmneke nikare civakê rabike ser piyan û ji bo pêşerojeke azad derfetan bide avakirin. Xwandin û fêmkirina pêvajoyê bi armanca têkbirina xeyalên dijmin re watedar dibe. Bi vê re ji şoreşa li Kurdistanê re pêşengtî bike û vê gelê ku di navbera du riyan de maye bîne ser xeta rast û bi têkoşîna xwe ji jiyana azad wêdetir ji civaka xwe re tiştekî din gengaz neke. Ciwanên ku karbin şoreşê jî bikin ew ciwanin ku xwe bi fikir û ramanên azad ya Rêber Apo perwerde kirine ye. Ji ber vê girînge ciwan rola xwe ya di nava şoreşê de bizanibe.
Di şerê ku li kurdistanê de tê meşandin hedefa yekemîn jin û ciwanin. Ji ber ku dema jin û ciwan ji civakê re pêşengtî bikin û wan ber bi xeta rast ya jiyana azad ve bînin, wê dijmin û polîtîkayên wê ve vala werin derxistin. Ji bo vê jî hedefa yekemîn ya hemû êrîşan her jin û ciwanin. Li gor vê yekê divê jin û ciwan rola xwe ya di şoreşê de bizanbin. Rola jin û ciwanan di pêşxistina şoreşê de erkekî dîrokî ye. Di pêşxistina şoreşên di dema civaka xwezayî de jî yên ku pêşengtî kirin jin û ciwan bi xwe ne. Yanê berpirsyariya ciwanan ya ji bo pêkanîna şoreşê erkekî her hebûye û wê her jî hebe. Ji bo her jin û ciwanekî pêkanîna şoreşê perpektîfekî ji civakê ye. Pêkanîna şoreşê bi xwe hunereke jin û ciwana ye. Pergala zilam a ku xwe dispêre serdestiyê, li hember pergala modernîteya demoqratîk, wekî şoreşekî dijber xwe ava kiriye, êdî di dîroka mirovatiyê de qonaxekî nû daye destpêkirin. Pêdiviya derketina şoreşê jî li ser ferasetekî demoqrat û azad ve ya li hember pergala 5 hezar salî ya hember zihniyeta baviksalariyê têkoşîn bike heye.