HESEKÊ – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê li beşê 4’an ê kampa Holê operasyonek pêk anî. Di navbera hêzên ewlekariya û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şer bi çekên sivîk û navîn rû da.
Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmareke çeteyên şaneyê hatin girtin.
Li kampê alozî û operasyona paqijkirnê didomin.