AMED – Derbarê polisê ku maşîneya zirxî li zarokê 5 salî Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedama mirina wî de biryara beraetê hat dayîn.
Li Amedê, di 11’ê îlona 2019’an de polis Îdrîs Aksoy maşîneya zirxî li zarokê 5 salî Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedama mirina wî. Di danişîna doza de ku derbarê polis Aksoy de hatibû vekirin biryara beraetê hat dayîn.