BEHDÎNAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro ku nêzî malên xelkê herêmê ye, bombebaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan, çiyayê Kurejaro ya ser bi navçeya bajarokê Şêladiz ya ser bi Dihokê, bombebaran kir.
Weke di dîmen de jî tê dîtin, balafiran nêzî malên welatiyan bombebaran kirine. Nayê zanîn bêka di encama êrişa balafiran de tiştek bi kesê hatiye yan na.