NAVENDA NÛÇEYAN –
Ger em rizgariya jinê dixwazin, divê ku em saziyên xwe dispêre bîrdoziyên serdestiya zilam bi dijwarî rexne bikin. Perçeyeke vê ya girîng jî malbat e. Malbat jî dezgeheke serdestiya zilam e. Ez dîsa naxwazim li vir zêde vebikim. Lê belê ji bo me ev pirsgirêk gelekî girîng e. Bi taybetî ji aliyê civaka Kurd ve malbat saziyeke ku teqez divê ji pêş çavan re were derbaskirin e. Li gor min malbat, di rastî de bîreke bêbînî ku ketina jin û zilam bi rengekî herî xeter tê pêkanîn e. Her du jî çi qasî ketin e, çi qasî çûne kûraniyê û tarîtiyê nizanin. Zemînê ku hemû pergalên emperyalîst-dagirker û dîsa hemû pergalên şerê taybet xwe tê de pêk tînin malbat e. Divê em vê bi dijwarî di pêş çavan re derbas bikin û rexne bikin. Ev weke têgeh nayê wê wateyê ku em bi temamî malbatê înkar dikin. Em malbata ku pêkhatiye înkar dikin an jî em behsa pêwîstiya derbaskirina wê dikin. Têgeheke wiha girîng e.
Di nava malbatê de dîktatorî, milkiyet ji her cureyê maf û hiqûqê dûrbûna jinê êşên wê û gelekî biçûkdîtina wê heye. Berî her tiştî weke fîzîkî tunekirina wê heye. Tu xwestekeke wê ya cidî nîne. Ji bo vê em behsa hestyariya jinê dikin. Ger hemû şert wiha bin, bêguman dê jin were girêdan û dê bibe heyîneke ku bi tenê hestên xwe ve dijî. Ev jî bêrêziya herî mezin a li hemberî mafê mirovan e, êrîşa herî mezin e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin behsa rizgariya jinê bikin, divê saziya malbatê ku wê dixeniqîne, gelekî cidî were rexnekirin.
Min rewşa malbatê di têkîliyên xwe de gelekî zû dît. Min derxistine zanebûnê ku jiyaneke mezin di nava saziyeke teng, weke malbatê de tê zîndankirin. Ev yek tê çi wateyê, van mirovan tu saziyên din pêş nexistine. Heta bûne xwedî nêrîneke herî kirêt, herî xweşik, herî rast, herî bêkêr, herî baş û herî xirab ên malbatê. Ez bi rengekî biheq ji ber vê rewşê gelekî zû ketime nava gumanan. Rastiyeke wiha xwe “her tiştekî ji malbata min tekûz e û jêneger e” rave dike. Di vir de malbatgerî heye.
Di civakên din de jî malbat bênirx e. Heta ku hindekî pêşiya pêşketinan bigre, wê demê weke dijmin tê hesibandin. Li gel me malbatgerî û di vê wateyê de bi qebîlegeriya hov û eşîretgeriyê ve ber bi pevçûneke kor ve diçe û xilasbûnê tîne. Tişta herî xirab jî, di mijara malbatgeriyê de girtîbûnek heye, çavê kesayet ji xêncî malbatê, eşîretê û qebîleyê tiştekî din nabîne. Yê ku hîna baştirin jî, ber bi çûyîna sazîbûneke netewî û civakî qebûl nakin. Ev hîn jî li gel me serdest e. Pêwîste mirov vî tiştî hindekî vebike. Dema ku em plansaziyên çalakiyên xwe jî pêş dixin, pêwîste teqez rastiya malbatgeriyê pêş çavan re derbas bikin. Ji ber ku hemû pergala zilam, pergala malbatê ye. Ji bo vê pergalê rizgar bike dikare bibe sîxur, cerdewan, noker û zilamekî herî sosret û bêkêr. Sedema vê yekê jî rizgarkirina pergala malbatê ye.
Herî aliyê xirab ê kesayetan jî, bi rengekî gelekî balkêş li ser bingehê malbatgeriyê teşe girtine. Bandoreke girîng ku muhra xwe li kesayetê daye jî ev rastî ye. Weke ku gelek caran tê gotin, li derveyî “kurê bavê xwe, keça malbata xwe” tu pênaseyên din nînin. Asoyê wê yê netewbûnê, taybetmendiyên wê yên pêşketina netewî û heta civakî gelekî tevlîhev e. Encama ku di wir de derdikeve holê hevalên me hîn jî ji mercên malbatê gavekî jî ne di pêşdetir in. Rêxistinê jî bi wî rengî dizanin. Tiştê ku hevalên me yên di asta herî jor de jî didin axaftin, malbatgeriyeke ji rêzê ye. Partiyê jî weke malbata xwe dizanin. Him jî ne di zanebûna wê de ne ku vî tiştî dikin. Me partî li ser bingehê dijberiya malbatgeriyeke bi vî rengî ava kir, lê belê hevalên me di du rojan de partiyê vediguherîne malbatên xwe. Sedema ku hun bi vî rengî ne feraseta we ya malbatgeriyê ye.
Min ji heft saliya xwe hetanî niha, ji saziya malbatê guman kirin, li hemberî wê şer kir û min xwe pêş xist. Berovajî hun zarokên wê yê taybet in. Ew kesên ku hemû nirxên malbatê pejirandine nikarin taybetmendiyên netewî yên bihêz bidin axaftinê. Di kesayeta wan de taybetmendiyên netewî yên bihêz şax nadin. Hun hîna jî negihiştine van taybetmendiyên netewî, civakî yên bihêz. Sedema vê jî hun di kesayeta malbatê ya gelekî girtî de mane. Mirov dikare herêmî û çandên hov ên din jî li ser zêde bike û hun bi van ve gelekî tijî ne.
Tê wê wateyê, di me de malbatgerî ji malbatê zêdetir rewşeke nexweşiyê rave dike. Ev tişt him di malbatên noker, feodal de, hem malbatên bûrjuva yên xeşîm de, hem jî di malbatên gundî û bingehê xwe bûrjuvaziya biçûk in bibandor in. Ew polîtîkaya ku wateya xwe di gotina “hebûn û nebûna min ji bo malbatê ye” dibîne, ji aliyê berjewendiyên malbatê ve hatiye diyarkirin. Heta pirsgirêka jiyanê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Li gel me berovajiya vê, ger hîn di serî de rastiya malbatê ber bi rexneyeke tund ve neyê birin û gelek bandorên wê neyên hilweşandin, baş tê zanîn ku şoreşgerî nabe û partîgerî nayê kirin. Di vê wateyê de PKK’îbûn navê şerê li hemberî bandorên malbatgeriyê ye.
We malbat bi dest xist jî, çi kete destên we? We malbat rizgar kir jî çi bû? Ew malbata ku we rizgarkiriye çî ye? Dema ku we malbat rizgar kir, netew xelas bû, gel xilas bû? Em li netewên din ên hemdem binêrin, hun dikarin ji kêleka sazî û dezgehên ku ew anîne asta wan fêm bikin.
Me li hemberî vê kesayetê şer destpêkir, kesayeta alternatîf a ku PKK dixwaze biafrîne kesayeteke gelekî radîkal û rizgarîxwazê netewî ye. Ji ber ku PKK baş dizane ev pirsgirêk bi derbaskirina malbatgeriyê ve girêdayî ye. PKK dixwaze ji bo civakbûneke azad rê vebike. Ji bo vê jî pêwîste saziya malbatê ku dijberê azadiyê ye û hetanî dawiyê girtiye were rûxandin. Di heman demê de di vê saziyê de hetanî çokê xiyanet heye. Ji ber ku dijberê rizgariya netewî ye. Pêwîste girêdana bi malbatê re were perçekirin. Di mercên malbatê de xerîbî, înkarkirina rastiya civakî û netewî heye. Ji ber vê yekê jî êrişî netewbûn û civakbûnê dike. Bila têkîliya malbatê ku ji bo rastiyan girtiye têk biçe ku netewbûn û civakbûn pêş bikeve.
Mijareke ku min destpêkê îsyan kiribû ev bû. Dema digotin “me tu aniye vê dinyayê” min bersiveke “we bi anîne min a dinyayê ve bêrûmetiyeke herî mezin kiriye, bi tevî ku tu derfetên we yên min weke zarokekî baş mezin bikin nebû jî we ez anîme dinyayê û vî tiştî jî li serê min dikin bar. Zarokekî ku hun nikaribin tiştekî bidinê we çi wêrekiyê anî vê dinyayê” dida wan. Min di temenekî gelekî biçûk de ev tişt dît. Ger zarok gelekî binirx be, pêwîste hun cîhana wan amade bikin. Ma li gel me malbat bi vî tiştî dihizirin? Ma zilam û jin vî tiştî dihizirin?
Mirov li hemberî saziya malbatê matmayî dimîne. Dema ku min tişt weke mijulbûnên bingehîn ên jiyanî nirxandin, pirsên min ên destpêkê wiha pêşketin. Ma dema malbat zarok tîne dinyayê yê dayik û bav gelo ma her tiştekî rave dike? Min ji xwe pirsên bi vî rengî kirin, li hember wan helwest nîşan da û xwe li ser vê bingehê pêş xist. Dema ku saziya malbatê xeterî li ser me zext kir dîsa min li ser vî hîmî lêpirsîn pêş xist. Herî kêm bi qasî eniya dijmin min ev enî jî lêpirsîn kir û hetanî ez gihiştime helwestên rast, min şerekî rast meşand. Bi tevî ku di bin rêbertiya PKK de pêşket jî sedemê hebûna vî şerî dîsa PKK ye. Bi qasî ev şer bi zehmet e jî, ger şerekî wiha neyê dayîn em nikarin bi mîlîmekî jî rê bigrin. di vir de mirov dikare vî tiştî diyar bike. Ger kesayeta we îro di bin bandora giran a malbatgerî û zayendîtiyê de ye, hêza gihiştina çareseriyê û tekoşîna wê di xwe de nabîne ew rewş dide diyarkirin ku ji bo çi hun kesekî wiha ne. Di demên wê de neçareserkirina van pirsgirêkan bi taybet tekoşîna vê nedayîn dibe sedema lewazbûn, biçûkbûn, ji gelek aliyan ve pêşneketin û nebûna we ya şervanekî mezin e. Hun xwe têrkirinê û girtîbûnê ji ber van kesayetên xwe yên lihevketî jî dijîn.
Mirov dikarê vê mijarê ji aliyê têkîliya jin û zilam ve bigre dest. Encamên vê yên din jî hene. Ya herî girîng, dema ku bibêje “min malbat baş avakir, min jinê kir pîrek, ez serdest im” gelekî kêfxweş dibe. Weke ku pêwistiya cîhanê aniye cih, dema di nava malbatê de têkiliya jin û zilam, bi vî rengî were avakirin, çavkaniya girtîbûn, paşverûtî, faşîzm û dagirkeriyê ji xwe re hîmekî têkûz dibîne. Jinê dike polîs, jina ku polîse jî çeka xwe baş bi kar tîne. Heta nava refên me jî, jinê baş bi kar tîne. Ew çavbirçîtiya zayendîtiyê bi rengê xistinê dinirxîne. Ji bo qadên weke sînema, televîzyon, kerxane têne pêşkeşkirin, dîsa jin in. Firotina jinan gelekî belav bûye û ev bi rengekî gelekî bibandor tê bikaranîn. Em dev ji civakê berdin, dixwazin me jî bixin. Li hemberî yê ku zayenditî weke tawan dibînin jî olê weke çekê bikartînin. Jixwe ev bikaranîn jî. Mînak; Hizbûlah dibêje “PKK malbatê azad dike, ev li hember darezînên me yên nirxan êrîşeke mezin e” û êrîşeke dijber dest pê dike. Ev her du şêwazên ku di nava jirêderketineke zayendî de ne, li hember rizgarîxwaziya netewî û şoreşgeriyê ristekî dilêyîzin. Ev jî jêdera xwe ji bingehê malbatê digre. Bi vî rengî nirxandina vê rastiyê de, ew ji wî alî ve rolekî dilêyîze. Di rastî de ev bingeh yekser bi dijmin re di nava têkîliyan de ne û ji bo bandorên dijmin hetanî dawiyê vekirîne. Encamekî vê ya din jî, tenê ji bo xwarin û vexwarinê bidine zarokan pêwîste ku xwe di sukê de çil caran bifroşin. Xwendina dibistanê zehmet e, bêperwerdehî û cehalet heta çokê ye. Tenê ji bo perwerdeya zarokekî pêwiste dê û bavek xwe çil caran tûne bikin. Gelo yê ku deh bîst zarokên xwe hene dê çawa ji bin vê derbikevin? Ev rewş li gel ku arîşeyeke xirab e, sedema koletiyeke rastiye jî. Tenê ji bo muçêyên xwe xilas bike û ji bo ku karekî ji xwe re peyda bike, gelo malxweyê malê çi dike û çi nake?
Rêber APO