NAVENDA NÛÇEYAN – Fermana serdegirtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate dayin. Li Stenbol, Enqere, Hatay, Îzmîr û Erzîromê avêtin ser gelek malan û herî kêm şeş kes destgîr kirin.
Rojnamevan Emre Orman û Ahmet Bay, Rojda Yalinkiliç, Bayram Dalyan, Arda Tûran û Çagdaş Aydogdû hatin destgîrkirin.
Şeş kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û tê gotin, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.