HEWLÊR – Pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê dijî nedana mûçe heya ber derê parlamentoya Herêma Kurdistanê meşiyan. Pêşmerge dibêjin, ew ne tenê ji bo xwe, ji bo daxwazên xelkê jî livirin.
Nerazîbûnên li Başûrê Kurdistanê ên dijî nedana mûçe roj bi roj zêde dibin. Bi rojane mamosta û karmendên Başûrê Kurdistanê dijî nedana mûçeyê xwe, boykot ragihandine û naçin ser kar. Nerazîbûn roj bi roj mezin dibe.
Li Hewlêrê jî nerazîbûna dijî nedana mûçe berfireh dibe, bi dehan pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê ber bi deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê meşiyan. Sekna pêşmergeyan ya li ber derê parlamentoyê dewam dike, pêşmerge dixwazin mafê wan were dayîn.
Pêşmergeyek dêrîn ku ji Rojnewsê re axivî got; “Me gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî parlamentoyê kir, lê bersiva me nehatiye dayîn. Di nava me de ji hemû hizban pêşmerge hene, heya ji pêşmergeyên dêrîn ên PDK’ê jî hene. Heya niha gelek mûçeyê me nehatiye dayîn. Me ji bo çi xebat kir? Ji bo berpirsan pere diçe ber derî, lê malbata pêşmergeyek jî ji birsa dimire, ev şermek mezine. Divê ew berpirs şerm bikin. Em vê yekê qebûl nakin, me çawa berê xebat kir, em îro jî amadene xebat kin.
Em ne tenê ji bo xwe hatine ber derê parlamentoyê, em ji bo miletê xwe jî hatine. Divê gelê me birsî nebe.”
Pêşmergeyek din jî dibêje, parlamento bi xwîna xebata şehîdan hatiye avakirin, divê pirsigirêka wan were çareserkirin.
Hêjayî gotinê ye di 27’ê Adarê de Wezareta Darayî ya Iraqê 200 milyar dînar ji bo karmendên Herêma Kurdistanê şandibû.
Tevî Iraq mûçeyê karmendan dişîne jî, lê Hikumeta Herêmê belav nake.