RIHA – Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Rihayê ji bo balê bikişîne ser azadiya fîzîkî û 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê ji bo balê bikişîne ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 73’yemîn rojbûna wî, dîwarek xêz kir. Ciwanan bi rojbûna Rêber Ocalan re li ser dîwarên taxên Halîliye, Baglarbaşi, Bahçelîevler û Hîzmaliyê bi nivîsa “Rojbûna tê pîroz be Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî”, “Bi Rêbertiya azad jiyan” nivîsandin.