MÊRSÎN – Milîsên girêdayî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HDBH) posterê fermandarê pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an Mahsûm Korkmaz (Egîd) ku guleya yekemîn li dijî dewleta Tirk hate avêtin, li taxa Karadûvar a Mêrsînê daliqandin.
Piştî çalakiyê milîsan bang li gelê derdor kir ku xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û faşîzmê têk bibin. Her wiha milîsan diyar kirin ku têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî wê mezin bibe û şerê şoreşgerî bi biryardarî dewam bike.
Daxuyaniya nivîskî wiha ye: “ Em vê çalakiya ku di çarçoveya Hefteya Lehengiyê ya 21-28’ê Adarê de li taxa Karadûvarê hat lidarxistin, ji Mazlûm Dogan heta Egîd, Rahşan, Bêrîvan, li hemû hevrêyên ku di meha Adarê de şehîd bûne, diyarî dikin. Şehîdên Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî nemir in! Şehîdên Şoreşê Namirin.“