REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan bi hatina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re, semînerek li darxistin.
Di çarçoveya çalakiyên 4 Nîsanê de Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa semîner da. Bi dehan xwendekar beşdarî semînerê bûn. Semîner di derbarê rojbûna Rêberê Gelan de bû, her wiha bal hat kişandin ku divê ciwan rola xwe bilîzin tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.