NAVENDA NÛÇEYAN –
NÛDA KARKER
Hevala Nûda Karker di sala 1992 an de beşdarî rêxistinê bû. Gava ku derbasî welêt dibe piraniya xwe li herêma Zagrosê dimîne. Sala 1998 an derbasî saha Rêbertî bû. Piştî dewreya perwerdê hevala Nûda tevlî gurûpa lêhûrbûnê dibe û li gel Rêbertî dimîne. Piştî wê derbasî saha Ewrûpa dibe. Hevala Nûda bi taybetiya xwe ya gelêrî dihate naskirin. Di nava gel de xebat dida meşandin, deyar dida gel û di nava gel de dihate hezkirin. Piştî hatine welêt piranî li herêma Behdînan û Qendîlê ma. Hevala Nûda wê derbasî herêma Botanê bibûne, Rêbertî pêşniyar dike ku qomîteyeka avakirina PKK ê were avakirin. Ji ber vê yekê çûyîna hevala Nûda ya Botanê ji milê rêxistinê ve tê sekinandin. Hevala Nûda herdem xeyal dikir ku derbasî herêma Botanê bibe. Di wê pêvajoyê de rêxistin bi zor û zehmetiyên mezin re derbas dibû. Lê belê hevala Nûda bi tevlîbûna xwe ya ji xebatê re xwedî li hîma Rêber APO derket. Di wê demê de ew û hevala Viyan bi hev re cihê xwe di wê qomîtê de digirtin.
Çabayê heval Nûda ew bû ku erkên xwe yên di wê pêvajoyê de pêkbîne. Taybetmendiyeke hevala Nûda ew bû ku erkên xwe çi biçûk û çi jî mezin be, pêkbîne. Erk pêkanîn ji bo hevala Nûda xizmetkirina rêxistinê bû. Cih girtina şehîd Nûda û şehîd Viyan di qomîta avakirina PKK ê de baweriyekî mezin dida hevalên jin û xort. Bi fedakartiyeka mezin tevlî perwerda PKK ê dibûn. Piştî kongra PKK ê ya yekemîn hevala Nûda bi xwesteka xwe derbasî YJA STAR bû û bi israra xwe derbasî herêma Botan bû.
Hevaltiya şehîd Nûda bi Rêbertî re gelekî xurt bû, lewre gava ku hevala Nûda şehîdket Rêbertî got “hevaleke min hebû Nûda Karker”, di vir de tiştê ku ez dixwazim bibêjim Rêbertî ji bo herkesî nabêjê hevaleke min hebû. Heval Nûda hevaltiyeke dirust bi Rêbertî re kir, ji ber vê yekê Rêber APO ew weke hevala xwe pejirand. Şehîd Nûda Rêbertî weke bîrdozî û felsefe ji bo xwe dipejirand. Girêdan û hezkirina wê di asta bîrdozî û felsefî de bû. Rêbertî di mirovan de li dilsoziyê digeriya. Ji ber wisa her dem ji me re digot “ gava hûn bi min re daxivin bi zimanê xwe naxivin, bi dilê xwe baxivin wê rastir be, hingî di dilê we de çi heye ezê fêmbikim.” Hevala Nûda jî bi dilê xwe bi Rêbertî re daxivî. Hêviyên Rêbertî ji hevala Nûda di astekî bilind de bû, ji ber ew rêbereke tevgera jin didît û hêzeke mezin di wê de didît, ji ber vê yekê çabayekî mezin di ber hevala Nûda da. Hevala Nûda bi sekna xwe û tevlîbûna xwe ji jiyanê re, xwedî li çabayê Rêbertî derdiket. Hevala Nûda bi berpirsyartiyeke xwezayî tevlî jiyanê dibû.
Hevala Nûda ji cinsê xwe gelekî hezdikir. Ji bo alîkariya hevalên xwe yên jin bike çabayekî mezin dida. Bi dilnizimî nêzî hevalên xwe yên jin dibû. Li hemberî paşverûtiya jin tekoşîneke mezin dikir. Êşa ku îro hemû jin jiyandikin di dil de hîsdikir, ji ber vê yekê bi cinsê xwe ve girêdayî bû û li hemberî kêmasiya tekoşîn dikir. Çabayekî mezin dida ji bo hevalên jin pêşbikevin û ji êş û zoriyan rizgar bibin. Hemû hevalên jin ji hevala Nûda hezdikirin. Li hemberî hevalên jin tekoşîn dikir lê belê ew tu carî biçûk nedidîtin, lewre herkesî fêmdikir ku çima hevala Nûda li hemberî wan tekoşîn dike. Her çiqasî zor û zehmetî dikşandin lê belê dîsa jî di tekoşîna xwe ya cinsî de israr dikir, di rêgezên xwe de tawîz nedida. Hevala Nûda nikarîbû bê hevalên jin jiyanbike. Çavkaniya moralê wê hevalên wê bûn û bi hevalên jin re parvedikir.
HALÎL DAG
Dag di 1’ê Nîsana 2008’an de li Bestayê di şerekî de tevî sê hevalên xwe şehîd bû. Halîl Dag sala 1973’an li Elmanyayê ji dayik bû, sala 1995’an ji bo amadekirina dokûmanterek li ser gerîlayên PKK’ê çû çiyayên Kurdistanê. Ji hingî wê demê ve ji bo kişandina wêneyan, amadekirina fîlman û nivîsandina nivîsan li ser jiyana gerîla li çiyê ma. Li pey xwe şeş fîlm, gelek gotar û rojnivîskên li ser Kurdistanê û gerîlayên Kurd hişt.
Halîl Dag bi vî rengî qala rêwîtiya xwe ya sînemayê dike:
“Ji bavekî ji Îzmîrê û dayikeke ji Agiriyê sala 1973’an li Elmanyayê ji dayik bûm. Salên min ên dibistana seretayî li Îzmîr û Elmanyayê derbas bûn, piştre min perwerdeya navîn û lîseyê li Kolejeke Taybet a Îzmîrê qedand. Dûre em derbasî Ewropayê bûn, weke karkerekî di gelek karî de xebitîm, hem jî li dibistanên êvarê perwerdeya wêneyan wergirt.
Di nava sê salên xwe de yên li Ewropayê min têkoşîna azadiyê nas kir. Sala 1994’an tevlî karê avakirina yekemîn televîzyona Kurd a li Ewropayê Med TV bûm. Di 1’ê Nîsana 1995’an de ji bo hevpeyvînê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikim, weke alîkarê kameramanekî Elman çûm Rojhilata Navîn. Di dema kişandina dîmen de min gerîlayên li dibisatna navendî ya PKK’ê nas kir. Piştî vê bernameyê ku min bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û yekemîn karê min ê watedar bû, min biryar da ku bimînim û hîn bi pêş ve biçim.
Salên min ên piştre bi şervanên azadiya Kurd li çiyayên Kurdistanê derbas bûn…
Rêwîtiya min a sînemayê…
Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekê fîlmekî amade bikim.
Eger derketibûma serê çiyê, eger nebûma gerîla, eger min zarokên leheng ên gelê Kurd nas nekiribûya, eger min şahidî ji jiyana wan re nekiribûya, min ê nekarîbûya fîlm çêbikira. Sînema rêwîtiya min a li çiyê ye ku bi wêneyan dest pê kir… Ez li vê xakê ji dayik nebûm û li vê xakê mezin nebûm. Min tenê çiyayên vî welatî dît, ku navê Kurdistanê lê ye. Û ji dûr ve min ronahiya bajaran dît… Lê di nava çemên wê de şil bûm, min xwe spart tehtên wê, di germa wê ya havînê de xwê dam… Li vir hevalên min çêbûn, hevalên min şehîd bûn. Li pey wan min rondik barand. Li van çiyayên ku demekê tenê ji bo kişandina wêneyan hatim min mirovên van çiyayan nas kir. Bi wan re heman xwarin xwar, li heman betaniyeyê xwe pêça û di heman sermayê de cemidî.
Destpêkê dema hatim min ew biyanî didît li vê derê. Ji bo min ji Îzmîrê wêdetir rojhilat tine bû. Dayika min ji Agiriyê, bavê min ji Îzmîrê bû û ji bilî vê jî agahiyeke min nebû. Ti carî nehatibû bîra min ku jê wêdetir hîn bibim. Min yekemcar Kurd di nava gerîla de nas kir. Berê bi wan re li heman cihî mabûm. Lê belê mirovên destpêkê yên ku min bi çavê Kurdbûnê li wan dinihêrî gerîla bûn. Beriya ku gelekî nas bikim min lehengên wî gelî nas kir. Ji nişka ve bi mirovên dînamîk, herî bi hêz, herî bedew û herî bijarte yên gelekî re bûm heval. Dibe ku ev yek ji bo min şensê herî mezin bû…
Bi perwerdeyeke xwe ya kêm a li ser kamera û wêneyan, di bihara 95’an de daketim bajarê pîroz ê Rojhilata Navîn Şamê. Ev yek ji bo min hem bû destpêka têkoşînê heml jî jiyana min a pîşeyî. Wan rojan ku hîn nû bûbûm bîst û du salî, li Îzmîrê min li dibistaneke taybet xwendibû, li Ewropayê di karên cuda de xebitîbûm, lê belê bersiv ji lêgerînên xwe re nedîtibû û weke şagirtekî nûgihayî yê wêneyan min berê xwe da Rojhilata Navîn. Wan rojan ku min her tişt li pey xwe hişt û ber bi navenda Rojhilata Navîn ve bi rê ketim, baş tê bîra min ku min biryar dabû ku careke din qet venegerim. Bi kelecaneke mezin min hîs dikir ku ya ku ji bo jiyan û pîşeyê xwe lê digerim li vir e. Bi lez û bez ketim nava vê cografyaya ku qet nas nakim, ketim nava mirovên ku qet nas nakim û bi zimanê wan nizanim.
Makînema min a wêneyan û kamera min ji bo kişandina dîmenê jiyanê, ruhê min jî ji bo jiyanê amade bûn. Rêwîtiya min bi rêwîtiya li nava jiyana şervanên azadiyê dest pê kir û dewam kir. Kelecana her du rêwîtiyan bi salan hev xwedî kir. Nedihat bîra min ku tiştên li çiyayên Kurdistanê bibînim û bijîm, wê rojekê min bigihîne asta sînemaye…