NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li girtîgehê serdegirtinên sîstematîk tê kirin, name tên desteserkirin û gef li girtiyan tê xwarin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Di demên dawîn de her lêgerîn wekî serdegirtinê tê kirin, sê katê hejmara me gardiyan tevlî lêgerînê dibin, li nava TV û sarincan tên nihêrin, rêveberî gefê li me dixwe.
Dema ku me xwest em vê rewşê ragihînin ji HDP, CHP, OHD û ÎHD’ê jî name û faks hatin desteserkirin. Ji bo ku ev rewş dernekeve derve rêveberiya girtîgehê ambargoyê pêk tîne.
Di 1’ê Adarê de hevala me Sîbel Golbaşi bi hinceta ku ‘Divê tu tevlî SEGBÎS’ê bibî’ wê bi biryara midûrê duyemîn Candaş Orhan (?) û sergardiyan Hulya Mehtap (?) ji qawîşê dibin bi îstîxbaratê (Jinek û mêrek) hevdîtinê pê didin kirin. Hevala me dema ku rewşê fêm dike, dixwaze derkeve lê îstîxbarat ji ser malbat û dosyeyê gefan li hevala me dixwe. Me giliyê vî tiştî li dozgeriyê kir lê rêveberiyê ev tişt desteser kir. Hevala me Sîbel Golbaşi hevaleke 20 salî ye û ciwan e. Di demên dawîn de li zindanan dixwazin ciwanan bixînin. Li hemberî vê polîtîkayê helwesta me zelal e.”