NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora meha Adarê ya CFWIJ’ê bi rêya darazê rojnameger tên tacîzkirin û li Tirkiyeyê 9 jinên rojnameger, ji ber sûcdariyên li wan hatine kirin, derketine pêşberî dadgehê.
Di raporê de ev xal derketin pêş:
Bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ du sal û meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sede Kabaş hate birîn.
Di heman demê de parvekirinên li ser medyaya civakî ya rojnameger Sûltan Eylem Keleş wekî hincet hatin nîşandan û bi sûcdariya ‘heqaret li serokkomar kiriye’ salek û du meh û 17 roj cezayê girtîgê lê hate birîn.
Derbarê edîtora Jinnewsê Bêrîtan Canozer hesabekî medyaya civakî ya ku ne aîdî wê ye hincet hate nîşandan û bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ tê xwestin pênc salan lê were birîn.”