ŞEHBA – Nêzîkbûna 4’ê Nîsanê ve pîrozbahiyên gel û ciwanan dest pêkir. Pîrozbahiyên îsal de ciwan pêşengtiyê dikin. Gelek cihên Rojavayê Kurdistanê de ciwanan rojan pêş de dest bi pîrozbahiyan kir.
Îro jî ciwanên Şehbayê li navçeya Ehrezê ji bo 4 ê nîsanê şahî li darxistin. Ciwanan bi coş rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Bernemeya şahiyê wiha bû:
Piştî ji bo giyana şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin, koma stran û dîlanên şoreşgerî .
Di şahiyê de koma şehîd Nûjiyan stranên şoreşgerî gotin.
Ciwanan timûtim siloganên “Rojbûna serok li hemû Ciwanan pîroz be” û “Bijî Serok Apo” avêtin.