NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku MÎT`a Tirk û çeteyên Polîsên Leşkerî, bi ser maleke li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê de girt û 3 welatî revandin.
Navên kesên revandî wiha ne; Arif Nebî Dawûd (32), Hesen Nasan Barazî (23) û Ehmed Leylê. Çarenûsa kesên revandî ne diyar e.
Li aliyekî din jî di rojên dawîn de revandina welatiyan zêde bûye.