NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya RojNewsê di saetên nîvro de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Kurejaro yê li nêzî bajaroka Şêladiz a girêdayî Amêdiyê bombebaran kir.
Hêjayî gotinê ye ku di hefteya borî de jî heman dever du caran ji aliyê balefirên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebaran kirin.