REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên cihêreng li darxistin.
Di çarçoveya rêze çalakiyên 4 Nîsanê de Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa sinevizyon pêşkêş kirin. Jinên ciwan ên ku perwerdeya tendirustî ya bi navê şehîd Nûjiyan Ocelan dibînin beşdarî temaşekirina sinevizyonê bûn.
Sinevizyon di derbarê wate û rastiya 4’ê Nîsanê ya ku ji nirxandinên Rêber Apo hatine berhevkirin de bû. Piştî ku sinevizyon hate mêze kirin, di derbarê wê de nîqaş hatin kirin. Di nava nîqaşan de jinên ciwan bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya ku jin îro bi saya Rêberê Gelan dide meşandin û dan diyarkirin ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî jinan e.
Herî dawî li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Îslam Xelef axivî û di nava axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dijmin yên ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî civakê didin meşandin û got; “Dijmin di şexsê Rêberê me de, dixwaze me tune bike û têkoşîna me zeîf bike, li hemberî vê divê em weke jinên ciwan ji têkoşîna azadiyê re pêşengtî bikin û xeta Rêber Apo daye destpêkirin ber bi serkeftinê ve bibin. Di dawiyê de ez cejna Rêber Apo, cejna mirovahiyê li tevahî mirovên azadîxwaz pîroz dikim.”