DÛÎSBÛRG – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê” meşek lidar xistin. Ciwanan di saet 15.00‘an de li ber Gara Trenê ya Navendî ya Dûîsbûrgê kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi meşê kirin. Ciwanên enternasyonalîst jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankart “Azadî ji Rêber Apo“ re û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan.
Ciwanên ku li kolanên Dûîsbûrgê meşiyan meşaleyên kesk, zer û sor pêxistin û bê navber dirûşmeyên “Es Lebe Ocalan”, “Es Lebe PKK”, “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin.
Gelê herêmê eleqeyek mezin nîşan çalakiya ciwanan û çalakiya ciwanan bi fîşekên hewayî berdewam kir.
Enternasyonalîstên beşdarî çalakiyê bûn gotin, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye. Em 74’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.”
Piştî meşê daxuyaniyek hevpar hate dayîn û ev tişt hatin gotin: “ Rojbûna 74’an a Rêber Apo bi taybetî li Rêber Apo li hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, rêhevalên me yên li girtîgehê û cangoriyên azadiyê pîroz be. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêk were û hemû gel bi saya Rêber Apo bigihêjin azadiya xwe. Ciwanên ku dixwazin bên tunekirin wê bi paradîgmaya Rêber Apo li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.”
Meşa ku bi qasî 2 saetan dewam kir, li ber stasyona trenê ya navendî bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.