MEXMÛR – Bi boneya rojbûna Gelan Abdullah Ocalan, li wargeha penaberan a Mexmûrê 14. Mihrîcana Çand û Werzîşê dewam dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Qada Perwerdeyê Mihrîcana Çand û Werzîşî tê li darxistin. 14. Mihrîcana Çand û Werzîşê ku di 21’ê Sibata 2022’an de bi leyîstina turnuvayên fitbolê yên di navbera dibistanan de destpêkiribû, dewam dike.
Mihrîcan îro jî bi çalakiyên werzîşê dewam dike. Di saet 08:00’an bi deqeyek rêzgitin ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi tevlîbûna hemû xwendevan û şêniyên wargehê li beramberî parka Şehîd Aryen destpêkir.
Sahaya pêşbirkê bi al û posterên Rêber Apo, KCK, HPG, PJAK, PKK’ê û bi alên kesk û sor û zer hatibû xemilandin. Di çalakiyên îro de pêşbirkên beza 100 metre, 400 metre, streka ciwan û maratonên di navbera dibîstanên Seretayî, Navîn û Amadeyî pêkatin.
Mihrîcan wê sibe danê bi çalakiyên çand, huner û werzîşê û birîna paste ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dawî bibe.