RIHA – Meşa Amarayê ji aliyê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jin a Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin. Ji bo pîrozkirina rojbûna 73’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girseya gel ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dimeşe.
Li gel astengiyan jî girseya gel li ser rêya Xelfetiyê bi pêş ve diçe. Komên ku li ser rêya Amarayê li hev civiyan, dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” diqîrin û govendê digerînin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter jî di nav de bi sedan kes li pêşiya Xelfetiyê li hev civiyan. Piştî ku girseya gel gihîşte pêşiya Xelfetiyê tê payin ku meşa ber bi Amarayê ve destpê bike.
Girseya gel dirûşma “Emê cîhaneke bêyî Ocalan jî bi ser we ve birûxînin” diqîre û govendê digerîne.