QAMIŞLO – Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Stada 12`ê Adarê şahiyek li dar xistin.
Bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.