RIHA – Şêniyên ku ji bo rojbûna 73’emîn a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, li gîşeyên derketina otobana Bêrecûk û Xelfetiyê rojbûna Rêber Apo bi coş pîroz kirin. Kesên li Amaraya bi sedan esker û maşîneyên zirxî hate dorpêçkirin de kom bûn, li mala ku Rêber jê dayîk bû pîrozbahî li dar xistin.
Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, kesên ji bo 4’ê Nîsanê hatin gund pêşwazî kirin. Omer Ocalan ê li ber deriyê mala ku Rêber Apo jê dayîk bûye axivî û wiha got: “Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne. Derdora gund hatiye dorpêçkirin. Destûr nedan ku gelê me were Amarayê. Hemû kesan dixwestin bi me re werin Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”
Mehmet Ocalan, dest nîşan kir ku herkes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4’ê Nîsanê pîroz bike û wiha berdewam kir: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund dorpêç dikin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; rojbûna 73’emîn a Rêber Apo pîroz be. Doza Kurdan bi muxatabiya rêzdar Rêberê Gelan re dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtin e. Heke diyalog pêk were, dê li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk were.”
Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” strandin û rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pîroz kirin.