KOBANÊ – Ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi sedan kes li gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê li hev civiyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nûnera jinan a PYD’ê bi navê Sara axivî û got, “Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd li tevahiya gelan pîroz dikin.”
Nûnera PYD’ê diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ya ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest li zindanê jî di nava şert û mercên giran de dewam dike.
Di dawiya axaftina xwe de nûnera PYD’ê got, “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em ê her tim çalakiyên xwe dewam bikin.”
Di peymana ciwanên enternasyonal de jî hate ragihandin ku rojbûna Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên cîhanê hêvî ye, rojeke bi wate ye û hate pîrozkirin.
Di şahiyê de Koma Botan û komên ji çand û hunerê ya Mezopotamyayê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.