SILÊMANÎ – Asayîşa Silêmaniyê rê neda bi boneya 73’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li şitlên daran werin çandin.
Dihat payîn îro bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadî û RJAK’ê ve li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê çalakiyek ya şitil çandinê bihata lidarxistin.
Lê asayîşa Silêmaniyê rê neda li nava parkê şitlên daran werin çandin. Tevî hewildanan jî lê asayîşê astengî derxist û rê neda çalakî pêkwere.