STRASBOÛRG – Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê çalakiyek kirin. Ciwanên Kurd ên saet 13:00’an ji bajarê Strasboûrg a Fransayê kom bûbûn, li ber avahiya Konseya Ewropayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan alên PKK’ê hildan.
Ciwanan bêdengiya CPT’ê protesto kirin, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Li vir ciwanan daxuyaniyek da û got: “73’emîn Rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Em bi Rêber Apo hene, bi wî re hebin. Rêber Apo 23 sal in bi awayeke sîstematîk di bin sîstema tecrîdê de ye. Ev esaret rewşeke welê ye li ser hemû gelê Kurd tê sepandin. Çi dibe bila bibe em rêya Rêber Apo ji bo me vekirî devjê bernadin. Em ê bi pradîgmaya Rêber Apo hebûna xwe bidomînin. Dev ji vê pêkanîna xwe ya der hiqûqî berdin. Gelê Kurd serî li ber neheqiyê natewîne.”
Di kêliyên pêş de polîs bi hesinbir, cop û gaza bi îsot ketin hundir û êrîşî ciwanan kirin. Di encama êrîşê de çalakvanê bi navê S.O hat destgîrkirin.
Ciwanan bi dowîz û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li kolanên Strasboûrgê meşa xwe berdewam kir.
Çalakiya ciwanan zêdetirî sê saetan dewam kir.