QAMIŞLO – Bi girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger Festîvaleke bi çar rojan berdewam bike hatîbû destpêkirin. Festîvala Tîrêjên Rojê ya gerok îro li bajarê Qamişlo bi dawî bû.
Festîvala Koma Tirêjên Rojê ya Gerok îro bi roja xwe ya 4’mîn bi şahiyeke mezin bi dawî bû. Fînala festîvalê stadyuma 12 Adarê ya Qamişlo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ve pêk hat.
Hezaran gel û ciwanên herêmê di fînala festîvalê de cihên xwe girtin. Şahiyê de komên stranbêj derketin li ser dîkê. Ciwan û gel di şahiyê de govend gerandin. Komên şanoyan jî hunerên xwe nîşan dan.
Di şahiyê de Timûtim diruşmên Rojbûna te pîroz be Ey Serok Apo û Bijî Serok Apo hatin berz kirin.