STENBOL – Ciwanên Welatparêz li navçeyên Gungoren û Bahçeşehîrê yên Stenbolê bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Ciwanên Welatparêz bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Ey Serok Rojbûna Te Pîroz Be!’ hatin berzkirin.
Ciwanên Welatparêz têkildarî pîrozbahiya ku li dar xistine gotin, “Em jiyanek bê Rêber qebûl nakin, bi vê îdîayê em ê faşîzmê hilweşînin, ne rojek tenê rojbûna Rêbertiya xwe her roj pîroz bikin.
Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê çalakiyên xwe bi israr û biryardariyeke mezin bidomînin.”
Ciwanên ku li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê karê nivîsê û portreya Rêbertiyê çêkirin, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan pîroz kirin.
Di nivîsên ciwanan de nivîsên “Be Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan fediyê Rêber Apo ne!”, Bijî Serok Apo” derketin pêş.