NAVENDA NÛÇEYAN – Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê dewam dikin.
Di pîrozbahiyên îsal de çalakî û çalakiyên ciwanan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derketin pêş. Çalakî û pîrozbahiyên ku bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz bi rojan dest pê kirin, dewam dikin.
ÎZMÎR
Li Menemen a navçeya Îzmîr Bayrakliyê, ciwanên welatparêz bi wesîleya rojbûna Rêberê xwe şitil çandin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîd bidome dê çalakî û çalakiyên wan bidomin.
WAN
Navnîşaneke din a pîrozbahiyan li Wanê ya navenda Serhatê bû.
Duh danê êvarê Ciwanên Welatparêz ên Wanê bi fîşekên hewayî rojbûna Rêberê Gelan pîroz kirin û ev pîrozbahî li çiyayê Erekê pêk hat û ji aliyê hemû wanê vê xuya kir.