NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve ku komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.
Herî dawî 25’ê Adara 2021’ê birayê Abdullah Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî serlêdan bêbersiv hatin hiştin.
Parêzeran 22’ê Mijdarê ji bo ‘hevdîtina bi lez’ serî li Dadgeriya Ceza ya Bûrsayê dan û hingî eşkere bû ku 2 biryarên ji bo qedexekirina hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Dadgeriya Ceza ya Bûrsayê ku serlêdan red kir, ji bo vê biryara xwe jî qedexeya 6 mehan a 12’ê Cotmehê ku dadgehê li Ocalan biriye, weke hincet nîşan da.
Heman dadgeriyê serlêdana malbatan jî red kir û ji bo hincet jî biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê nîşan da ku 18’ê Tebaxê ji bo 3 mehan serdan li Ocalan qedexe kiriye.