WAN – Şahî û çalakiyên ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çend roj berê hatibûn destpêkirin, piştî 4’ê Nîsanê jî berdewam dikin.
Pîrozbahiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan bi coş û moraleke mezin tên lidarxistin. Çalakiyên ku îro li gelek cihan tên kirin çalakiyeke nû hat zêdekirin.
Ciwanên welatparêz ên Wanê di nava rojê de rojbûna Rêberê gelan bi dîlanê pîroz kirin, danê êvarê jî bi fîşekên hewayî li taxan pîroz kirin. Şahiyê de timûtim siloganên Rojbûna te pîroz be ey Rêber Apo û Bijî Serok Apo hatin avêtin.