AGIRÎ – Li Bakurê Kurdistanê çalakî û pîrozbahiyên bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, li Agiriyê wesayîteke zirxî ya polîsên Tirk a dagirker bû hedefa Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berjîn Amargî. Wesayîta zirxî bi molotofan hat derbkirin, wesayîta derbkirî bi lez ji qadê derket. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berjîn Amargî têkildarî çalakiyê ev agahî da: “Rojbûna Rêber Apo zayîna gelê Kurd û jinên Kurd e.
Li ser vê bingehê em ê li ser xeta azadiya jinên Kurd li ber xwe bidin. Jinên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine afirandin, jin di şexsê jinên Kurd de hedef tên girtin, dema ku fuhûş, sîxur û tiryakê tê ferzkirin, em ê weke jinên ciwan ên Kurdistanê di rastiya têkoşîna Rêber Apo de di xeta şehîd Sara de li ber xwe bidin. Heta ku em dijmin ji xaka xwe derxin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin wê berxwedan û çalakiyên me bidomin. Em 4’ê Nîsanê li hemû jin û gelên azadîxwaz bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin.”