MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo gerîlayê HPG’ê Kemal Avesta ku di sala 2017’an de şehîd bibû, konê sersaxiyê hate danîn. Hemû endamên sazî û meclîsê yên wargehê serdana kon kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Aydin Mamak bi navê kod Kemal Avesta ku di 4’ê Nîsana 2017’an de, li Cûdî şehîd bibû, konê sersaxiyê hate vedan.
Danê siharê hemû endamên sazî û meclîsên wargehê serdana kon kirin û sersaxiyê ji malbatê re xwestin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Saziya Têkiliyên Derve ya wargehê Bêwar Ûnver axivî, Ûnver destpêkê sersaxî ji Rêber Apo, malbata Şehîd Kemal û xelkê amade re xwest.
Ûnver da zanîn ku kesayeta şehîdan ji bo wan wekî fermaneke ji bo xûrtkirina têkoşînê ye û got: “Em wek gelê wargehê bûne şahidê vê têkoşîna bê hempa a Rêber Apo. Me şahidî ji gelek egîdên mîna Kemal, Partîzan û Çekdaran re kiriye. Dijmin ev bi sedan sale ku dixwaze me tûne bike û me têk bibe. Lê bi saya têkoşîna Rêber Apo nekarîne me tûne bikin. Em şopdarên rêya Şehîd Kemal’in û wê heta dawî xeta me yek be.”
Her wiha li ser navê malbata Şehîd Kemal Avesta jî, Mehmûd Zêwkî axivî û di serî de sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest û wiha axivî: “Keda Rêber Apo her ku diçe berhem digire û em niha, ji yekî bûne milyonan. Şehîd Kemal jî yek ji wan têkoşînvanane ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirî bû. Em wek malbat bi şahadeta Şehîd Kemal serbilindin û emê heta dawî ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan bimeşin. Di ruhê şehîd Kemal de, tolhildan hebû. Heval Kemal, ji ber şerê xendekan gazî bibû û tevî wê jî çû Botanê û bi lehengî şer kir. Şahadet pir giranin, lê ji bo azadiya welat û serokatî divê em hîn bêhtir şer bikin û têbikoşin. Bi hatina gel a ji bo sersaxiyê, em pir serbilindin û em dûbare dibêjin rêya Şehîd Kemal rêya me ye.”
Herî dawî diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ hatin qêrin. Xelkê wargehê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin.