NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, dewleta Tirk ji bo operasyoneke nû ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyan didomîne.
Ji bo operasyona dagirkeriyê ku dê bi hevkariya PDK’ê were kirin, bi rojan e wesayîtên zirxî û leşkerî sewqî gundên Çelê ya Colemêrgê têne kirin. Ev wesayît û leşker li ser xeta sînor hatine bicihkirin.
Duh bi şev piştî tevgereke zêde ya leşkerî ya li ser sînor helîkopterên ji gundên Zawîte, Aşût, Gêman û ji Elemûn ê navçeya Qileban a Şirnexê û ji herêma Kotra ya di navbera Şirnex û Colemêrgê rabûn, ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn.
Hate diyarkirin ku leşkerên ku bi helîkopteran hatine veguhastin, li baregehên li gundên Bêdûh û Orê yên Başûr hatine bicihkirin.
Tevgera leşkerî ya li herêmê didome.