BEHDÎNAN –
Coşa 4 ê Nîsanê didome. Taybet çiyayên kurdistanê ev coş şahiyên gerilayan digihêje lutkeyê. Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwanê di derheqê wateya rojê de nêrînên gerîlayan girt.
Gerîlaya YJA Starê Eylem Ararat diyar kir ku “Îro Serokatî ne bûya wê evqas jin serê van çiyayan nebûyan. Serokatî nebûya ewqas jin wê hîn jî di civakê de bindest bûna.” û wiha berdewam kir.
“Em 4 ê Nîsanê destpêkê ji hemî Gelê Kurd, Jinên Kurd, gerîllayên çiya, zarokên welatê me, kal û pîrên me, li dayîk û bavan pîroz dikin. 4 ê Nîsanê ji bo me wek gerîlayeke YJA Star heyecaneke pir cuda ye. Di hundurê însan de heyecaneke pir cuda dide avakirin. Bi wî heyecanê, bi wî fikrê, bi rojbûna Serokatî re mirov pir hêz jê digir e. Ji bo me Rêbertî tê pir wateyê. Wateyeke bi wê şeklê ye ku tu binivsînî têrê nake, tu behs jî bikî têrê nake. Tu çiqasî bixwazî bînî li ser ziman ev pirtûk jî be, bi her şêwazekî cuda jî be têrê nake.
Îro Serokatî ne bûya wê evqas jin serê van çiyayan nebûyan. Serokatî nebûya ewqas jin wê hîn jî di civakê de bindest bûna. Ji bona wî jî bi rojbûna Serokatî re mirov dikare wî tiştî bêje ku bi hezaran, bi milyonan jin êdî gihaştin zanebûyînekî. Em bi zanebûnê û bi vê ruhê zêdetir hêz digirin. Bi wê hêz û ruhê têkoşîna jin, hebûna jin hîn zêdetir mezin dibe. Ji bona wî jî wê tu tişt bandor neke dinavbera me û Serokatîde, di navbera jin û Serokatî de. Tu êrîşên dijmin wê bandor neke. Jiber wê yekê jî her sala ku 4 ê Nîsanê tê her sal serkeftinekî cuda bi xwe re tîne. Her sal heybetekî cuda, qêrînekî cuda ve hebûna jinan hîn zêdetir xwe dide xuyakirin. Gelê Kurd jî ji vê yekê hîn zêdetir hêz digir e. Sala 2022 yan wê pir serkeftinan bi xwe re bîne.
Wek gerîllayên YJA Starê li serê çiyan, bi 4 ê Nîsanê re wê hîn zêdetir jin ji dayîkbûnê jiyan bikin, dubare bigihijin hebûnekî. Wê dubare dubare hêz ji vê bigirin. Ewê li hember neyaran bi çekên xwe hîn zêdetir şer bikin. 4 ê Nîsanê wê îsal bibe helwestekî pir cuda. Em bixwe wî tiştê hîs dikin. Mirov wî tiştê tam nikare terîf bike. Di jineki de ev tiştekî pir xweşe bi rastî jî. Em dubare li Gelê Kurdistanê pîroz dikin. Bi 4 ê Nîsanê re gelên me, bi taybet Gelê Kurd, jinên Kurd û tevahî jinên cihanê vê yekê ji xwe re bêjin. Bi 4 ê Nîsanê ezê hîn zêdetir bibim dengek. Yek deng û yek reng divê êdî ji xwe re bêje. Hem ji zilma dijmin re hem ji zîhniyeta zilamsalar re bêje ezê hîn zêdetir li hember wî bisekinim.
Çawa ku em dizanin Serokatî bi ruhî ligel me ye, bi fikrên xwe, bi helwestên xwe, bi lêhûrbûnên xwe û bi hîskirina xwe ligel me ye û me hîs dike; divê em jî bi wî şeklê Serokatî hîs bikin. Ji bona wî jî ez giştî gelê me yê Kurd, jinên Ciwan, dayîk û pîrên me, zarokan, gelê me yê di kolanan de berxwe didin, li ser linganin ez 4 Nîsanê li wan pîroz dikim. Wê îsal salekî pir cuda be û wê serkeftinên pir cuda bi xwe re bîne. Yekbûyîna gerîlla û gel wê hîn zêdetir helwestên cuda bi xwe re bîne. Liser vî esasê em 4 Nîsanê li hemû gel pîroz dikin.”