NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakgera jin a brîtanî Anna Campbell (27) di 2017’an de berê xwe da Sûriyê û tev li YPJ’ê bû.
Di 15’ê Adara 2018’an de Anna Campbell di êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê de şehîd bû.
Li gorî rapora malpera Medyanews, bavê şervana enternasyonalîst ji wê ve ji bo wergirtina cenazeya keça xwe pêngavek daye destpêkirin.
Tevî danûstandinên bi Xaça Sor a Brîtanî re hikumeta Brîtanya tu tedbîr pêk neanîn, bi wê re Campbell parêzereke mafên mirovan li gel şêwirmendê tirkî girt ku dozeke fermî ji hikumeta Tirkiyê re bişopîne.
Di Tîrmeha 2021’an de daxwazname ji dadgeha Tirkiyê re hate rakirin ku mafên Campbell were pêkanîn, lê dewleta Tirk ew yek red kir.
Di civîneke çapemeniyê de, şîrketa parêzeran ku nûnertiya Campbell dike got dem hîn heye ku dewleta Tirk rêbazên xwe biguhere.
‛ROJAVA NIHA LI DIJÎ RÛSYAYÊ NE, LÊ TU HELWEST LI DIJÎ DEWLETA TIRK NEGIRTINE’
Dirk Campbell li ser doza keça xwe wiha dibêje: “Dewleta Tirk keça min qetil kir. Keça min tu karekî dijminahî li dijî dewleta Tirk nekir, lê belê hewl dida parastina şêniyên Efrînê ji êrişa dewleta Tirk bikira. Desthilatên Tirkiyê îtîraf bi vê yekê nekir an jî îtîraf bi berpirsiyariya xwe li ser qetilkirina Anna Campbell nekir. Êrişên wê li Sûriyê wek êrişa Rûsya li Ukrayna ye, welatî qetil kirin, bi hezaran welatî bi darê zorê koçber kirin, sûcên şer û binpêkirinên dermirovî pêk anîn. Rojava li dijî Rûsya disekine, lê tu helwestî li dijî dewleta Tirk ku endamekî NATO’yê ye ji ber sûcên wê li Sûriyê, negirtin.”
Campbell wiha domand: “Ez tedbîrên qanûnî li dijî hikumeta Tirkiyê ji ber binpêkirinên wê yên dermirovî pêk tînim. Ji ber red kir ku cenazeya keça xwe vegerînim welat. Tevî ku kantona Efrînê serwer kiriye, lê desthilatên Tirkiyê qebûl nake ku derbasî cihê keça min lê hatiye qetilkirin bibim. Danûstandina bi min re red kirin. Wezareta Karên Derve ya Brîtanya tu alîkarî pêşkêş nekir. Ji ber wê ez doza xwe pêşkêşî DMME’yê dikim û bi hêvî me edalet pêk were û bala navneteweyî bikişînim ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê. Ez texmîn dikim ku rakirina dozê ji DMME ya li Strasbourg re hêviya dawî û yekane ya vegerandina cenazeya keça min li Brîtanyayê ye û rêbazên dewleta Tirk nayên qebûlkirin û ew berpirsiyar e.”