NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Bi salan e partî û pêşengên kurdan li ser yekitiyê niqaşan dikin. Civînan li dar dixin. Biryaran datînin pêşiya xwe. Ji bo yekitiya neteweyî liv û tevgerek heye. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji mêj ve helwesta xwe ya yekitiyê aşkere kiriye. Gelê kurd li çar parçeyan bi ruhê yekitiya neteweyî tev digere. Li ziman, çand, nasname û axa xwe xwedî derdikeve. Ya herî girîng jî li nirxên xwe yên azadiyê û li Rêberê xwe xwedî derdikeve. Di Newroza 2022’yan de li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan kurd daketin qadan û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazên xwe anîn ziman. Ji bo yekitiya neteweyî daxwazên xwe anîn ziman. Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî daxwazên xwe anîn ziman. Gel ji bo yekitiya neteweya kurd helwesta xwe aşkere kir.
Gel peyamek girîng da partiyên siyasî û rêxistinên civakî. Gel diyar kir ku ew ji bo bedeldayînê amade ye. Gel bi sekna xwe destnîşan kir ku ew heye û amadeye dakeve qadan. Gel ji pêşengan xwest ku rol û rista xwe rast bilîzin. Ji pêşengên xwe xwest ku bi dirûstî û wêrekî tev bigerin. Gel ji pêşengên xwe xwest ku ji dil û samîmî bin. Ji pêşengên xwe xwest ku ne li pey nav û dengê xwe bin. Xwest ku li pey doz û îmana xwe bin. Xwest ku li hemberî hemû cureyên êrîşên nirxên gel xwedî yek helwest û yek bertek bin. Îro nûnerên partiyên siyasî jî, rêxistinên civakî jî û hemû kesên pêşeng vê yekê tînin ziman. Eger ku me peyam rast xwendibe, wê demê divê em pêk bînin. Eger ku em pek bînin wê demê em nikarin bêjin em pêşengên civakêne.
Ger ku em xebatkarên çapemeniyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî, nivîskar, parazvanên mafên mirovan, xizmetkarên tenduristiyê baş peyama gel fam nekin û pêşengiyek rast nekin, gel dê guh nede me. Eger ku em peyamê rast fam bikin û erka xwe pêk nînin, wê demê gel dê ji me bawer neke. Gel dê me wekî pêşeng jî qebûl neke.
Ger ku em dibêjin em pêşeng in, divê berî her tiştî em li dijî hemû êrîşên nirxên neteweyî xwedî yek helwest, xwedî yek bertek û yek ruh bin. Divê berî her tiştî kesên pêşeng li dijî van êrîşên fizîkî, derûnî, siyasî û civakî yekitiya ruh û mejî ava bikin. Em êrîşên li dijî nirxên xwe bi awayekî radîkal red bikin. Eger ku li kolanekê zarokekî kurd hat qetilkirin divê bi hev re bertekên hişk û radîkal nîşan bidin. Eger li Efrînê welatiyek hat revandin û îşkence lê hat kirin, divê li çar parçeyan helwestek neteweyî bê nîşandan. Eger li Rojava hunermendek rastî êrîşa SÎHA hat divê hemû hunermend û parazvanên mafê mirovan qiyametê rakin. Eger li gundê Timoqê yê Êlihê leşker bi ser gund de bigirin û îşkenceyê li welatiyan bikin divê hemû kurd, partiyên kurdan û rêxistinên kurdan qiyametê rakin. Ev helwestek rewa û mirovî ye. Di dînê îslamê û hemû dînan de qanûnek heye. Divê li dijî neheqiyê bêdeng nebin. Eger baweriyên me, dînê me, fikra me, nijad, ziman, reng û nasnameya me yek be, wê demê êrîşa li dijî me jî yek e. Eger êrîş yek be divê bertek jî yek be. Eger zext û tundiya li ser nirxên me yek be, divê helwesta me jî yek be.
5’ê Nîsanê Roja Parêzeran bû. Di roja parêzeran de Parêzer Aysel Tûglûk, Ayla Akat Ata, Selahattîn Demîrtaş û gelek parêzer ku hem siyasetmedar in û hem ji parazvanê mafên mirovan in, ev roja parêzeran di girtîgehê de derbas kirin. Eger li welatekî parêzerek girtîbe, divê hemû parêzer ji bo parastina mafê parêzerên girtî bertekên radîkal nîşan bidin. Ji ber ku mafê parastinê tê asteng kirin. Di şexsê parêzerên girtî de hemû parêzer girtîne.
Îro gelek rojnameger girtîne. Nedîm Turfent, Ziya Ataman, Ozlem Seyhan, Seyît Akyuz û bi dehan rojnamegerên din girtî ne. Divê hemû rojnameger ji bo rojnamegerê girtî qiyametê rakin. Ji ber ku bi girtina rojnamegeran ser rastiyan tê girtin. Kesên ji tariyê hez dikin ji roniyê ditirsin. Wê demê kesên roniyê diparêzin divê tev li rojnamegerên girtî xwedî derkevin û bi hev re bertekên radikal nîşan bidin.
Îro bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Divê hemû siyasetmedarên ku siyaseta demokratîk û edaletê diparêzin bi helwestek xurt bertekên xwe bînin ziman. Di şexsê siyasetmedarê girtî de rê li pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin.
Ku li kolanekê an ji li malekê jinek hat qetilkirin, divê hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, rêxistinên jinan bertekên hişk nîşan bidin. Divê çapemeniya ku heqiqetê ronî dike heta dawî bi şopa rastiyê bikeve. Kujeran ronî bike û teşîr bike.
Bi kurtasî gelek sedem hene ku kurd bibin yek. Gelek êrîşên li dijî mafên mirovan hene ku kurd bertekên tund nişan bidin û xwedî yek helwest bin. Dibe ku helwest ne li gorî zagonan be. Lê ya girîng ewe ku helwest rewa û wîcdanî be. Ya girîng ewe ku helwest li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî û civakî bin. Wê demê ji bo ku pêvajoya dem dema azadiyê bi ser bikeve, divê yekitiyek xurt, radîkal û xwestî yek helwest pêş bikeve.