BEHDÎNAN – Endamê Kordînasyona Komalên Ciwan Botan Kato ji Ajansa me re axivî. Di derheqê 4 ê Nîsanê de Kato peyamên girîng dan. Botan Kato di derheqê pêvaşoyê de nirxandinên berfireh kir û li ser erka ciwanan a li hember vê pêvajoyê diyar kir.
Nirxandinên Endamê Kordînasyona Komalên Ciwan Botan kato bi tevahî wih ne:
Em di pêvajoyeke pir dîrokî de dikevin salvegera 4 ê Nîsanê. Ev pêvajo ji bo me gîrîngiyeke xwe ya pir mezin heye. Taybet ev 4 ê Nîsanê ji bo me wateya xwe çiye? Erk û berpirsiyartiyên me dê çi bin û emê vê pêvajpoyê çawa pêşwazî bikin, erkên dîroki dide me. Hevalên hêja 4 ê Nîsanê ji bo me di salvegera ji dayîkbûna Rêber Apo de dayîkbûna hemû însaniyetê ye. Îro têkoşîna ku bi fikir û felsefeya Rêbertî destpê kiriye, ji bo hemû însaniyetê bûye hêviyek. Taybet ji bo Gelê Kurd û Gelên Rojhilatanavîn bûye jinûve dayîkbûnek. Li ser vê esasê 4 ê Nîsanê em di şexsê Rêbertiya me de ji nûve dayîkbûnekî, ji nûve vejînekî, ji nûve derketinakî liser ruyê dinyayê em pîroz dikin. Ji bo vê 4 ê Nîsanê ji hemû aliyan de ji nûve derketin û dayîkbûna însaniyetê ye. Taybet di Kurdistanê de piştî ku bi koledariya sedsalan, piştî ku li ser gelê me ewqas hovîtî, ewqas êrîş û tinekirinê şun ve êdî gelê hatibu astekî bin erd kirin û ji holê hatibû rakirin. Hemû nirxên wî, hemû axawî, hemû ziman û çanda wî hatibû dagirkirin û ji holê hatibû rakirin.
Di pêvajoyeke wisa de Rêber Apo ji nûve bi Gelê Kurd, çanda Kurd û azadiya Gelê Kurd da jiyankirin. Ji nûve şînkir û Gelê Kurd hate astekî ku ji hemû mirovatiyê re pêşengtiyê bike. Bê guman em di pêvajoyeki pir dîrokî de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de şerekî, têkoşînekî pir dijwar tê meşandin. Taybet di van salên dawî de dewleta faşîst û qieker a tirk bi hemû hevkariyên xwe, bi alikariya hemû hêzên nijadperest, hêzên emperyalîst, hêzên wek nato, hemû xiyanetkar û çeteyên ku bi destên dewleta faşist hatin avakirin, êrîşeke pir dijwar yê qirkirinê yê faşîzme li ser civaka me, li ser têkoşîna me û gelê me hate meşandin. Li beramberê vî têkoşînekî pir dijwar, berxwedanekî pir qehremanî hat jiyankirin. Di vê pêvajoyê de bi pêşengtiya berxwedana Rêbertiya me, sekna Rêbertiya me, têkoşîna Rêbertiya me, ruhekî, hêviyekî û baweriyekî pir mezin da mîlîtanên azadiyê.
Mîlîtanê Rêber Apo di ger qadê de ev pêvajo bi heman dijwariyê pêşwazî kirin. Di hemû çiyayên Kurdistanê de di hemû çeperên berxwedanê de, di hemû aliyên têkoşînê de têkoşînek, berxwedanek pir dijwar, pir qehremanî hat jiyankirin. Di encama vê têkoşîna qehremane de, vê têkoşîna bê hempa de dewleta faşîst a qirker, ruxmî hemû hevkarên xwe, hemû alîkariyan û hemû xiyanetê bir bi têkçûyîneke pir mezin ve çû. Dixwestin bi van qirkirinan tabî destpêkê li ser Serokatiya me û li ser Hereketa Azadiya Kurdistanê dixwestin berxwedanê tine bikin û li ser gelê me di şexsê gelê me de, di şexsê berxwedanên gerillayên Azadiya Kurdistanê de hêviya azadiyê, hêviya serkeftinê bişkînin. Lêbelê berxwedaniya ku hate meşandin van xwestekên wan, van êrîşên wan di qirika wan de hiştin. Têkoşîn û berxwedana ku hatiye meşandin, di hemû aliyan de êrîşên dijmin yên qirkirinê, yên faşîzmê di astekî gîrîng de têk birin û ruxandin. Jiber wê pêvajoya ku em têde ne gîrîngiyeke xwe ya pir dîrokî heye.
Em têkoşîna ku di van salan de hatiye meşandin, berxwedana ku di van salan de hatiye meşandin ve me hemû êrîşên dijimin anîn asta tinekirine. Berxwedan û têkoşîna ku hatiye meşandin, hemû armancên dijmin di astekî gîrîng de têk birin. Jiber vê yekê em ketin pêvajoyeke nûtir. Ji bo me ev qonax, ev pevajo mîladeke nû îfade dike. Liser wî esasê di 50 saliya meşa Rêbertî ya azadiyê de, 50 sal beriya niha têkoşîna ku hatiye destpêkirin, 50 saliya xwe li paş xwe hişt. Di vê 50 saliya serfiraziyê de me biryara serkeftinê daye. Ev pêvajo ji bo me ji hemû aliyan ve pêvajoya zaferê ye.
Êdî hereketa me beramberî ewqas êrîş û hovîtiyên dijmin ên qirkirinê ên faşîzmê kete pêvajoyekî serkeftinê. Jiber wî di her aliyan de hereketa me, gelê me û hemû dostên têkoşîna me di 50 saliya meşa Rêberti ya azadiyê û serfiraziyê de ketin pêvajoyekî serkeftinê. Bi Newrozekî pir pîroz, bersivekî pir mezin, dayîna dijmin hat meşandin. Di vê pêvajoyê de kemû dost û dijmin jî vê rastî û heqîqetê dîtin ku tişta ku Rêbertî avakiriye, sekin û meşa ku Rêbertî nîşan daye, fikir û felsefeya ku Rêbertiya me avakiriye îro hatiye asteke wisa ku bi tu şêwazî nikarin têkbibin. Ev hêvî ev ruh, ev berxwedanî bê guman wek mîlîtanên Rêber Apo, wek gelê ku ji Rêber Apo, ji felseya Rêber Apo, ji meşa Rêber Apo hêvî girtiye û ji xwe re kiriye bawerî. Vî gelê vê têkoşînê vê berxwebanê avakir. Jiber wê jî em ketine pêvajoyekî serkeftinê. Jiber wî di hemû aliyan de ev pêvajo, wek Dem Dema Azadiya Fîzîkî ya Rêbertî hat îlankirin. Li ser wê esasê em ketin pêvajoyeke nû. Taybet di vê pêvayo de ya herî girîng ku em dest bigirin û xwe berpirsiyar bibînin, rewşa Rêbbertî a ku têde û azadiya fîzîkî a Rêbertî dê bibe. Em vê pêvajoyê nê têkoşîna ku em dimeşînin de em di her tiştê wî de azadiya fîzîkî a Rêber Apo esas digirin. Ji hemû aliyan ve divê em vê pêvajoyê vê demê bikin serdemeke azadiyê, serdemeke serkeftinê. Jiber wê jî ev pêvajo ji bo me girîngiya xwe, dîrokîbûna xwe vê îfade dike. Ev erkeke pir mezin, pir dîrokî û pir hêja dide liser milên me. Li berambaerî Rêber Apo meşa ku ji bo însaniyetê fikir û felseya azadiyê ya avakiriye vê erkê vê berpirsiyartiyê dide liser milen me hemû ciwanan. Wek Hereketa Azadiya Kurdistanê, wek hereketa mirovahiyê, wek hereketa ku di fikir û felsefeya Rebertî de dixwaze jiyaneke nû ava bike em gihaştine qonaxeke serkeftine. Ev qonax ji bo me pir gîrîng û dîrokî ye u wateya xwe ji vir digir e. Êdî êrîşên ku liser me de tên, êdî dijminê ku li beramberî me, êdî yên ku dixwazin careke din di welatê me de bi xiyanet û çetecîtiyê, bi hemû hovîtî û bê exlaqiyê dixwazin careke din koletiyê ferz bikin, carekedin dixwazin li ser gelê me, liser civaka me û taybet liser ciwanan bi amûrên şerê teybet û şerê bê êxlaq dixwazin careke din vê koledariyê, zîhniyeteke qirêj ku hetta dawiyê teslîm bûye pêşbixînin. Li beramberî vî jî têkoşînekî bê hempa tê meşandin.
Têkoşînekî ji hemû aliyan ve û berxwedaniyekî pir dijwar tê meşandin. Jiber wê jî em di vê pêvajoyê de beriya her tiştî bang li ciwanan dikin. Pêwîste ciwan vê rastiyê vê heqîqetê bibinin û xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derkevin. Eger ku ciwan vê rastiyê bibînin, di vê heqîqatê de xwe ava bikin û erk û berpirsiyartiyên xwe yên dîrokî pêk bînin, ji bo hemû mirovahiyê dê guhertin û pêşketinên pir mezin pêş bikevin. Jiber wê jî em di vê pêvajoyê de ketine merhaleyeke nû. Me weke Hereketa Azadiyê ev pêvajo wek pêvajoya azadadiyê pênase kir û wek hemleya Dem Dema Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo pênase kir. Jiber vê jî di azadiya fîzîkî a Rêbertî de emê azadiya ciwanan bibînin, azadiya jinê bibînin. Di azadiya fîzîkî a Rêbertî de emê azadiya mirovahiyê, azadiya jiyanekî nu bibînin. Jiber wê jî em vê pêvajoyê bi pir erkên mezin bi lêgerîn û têkoşînekî pir mezin pêşwazî bikin. Niha ev qonax, ev dîrok vî erkê dide liser milê me ciwanan. Jiber ku Rêbertî jin û ciwan wek pêşengên vê têkoşînê, ek pêşengên azadiyê pênase kir û ev erk da liser milên me. Niha em jî berpirsiyarin ku li beramberî Rêbertî erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin. Ev 4 ê Nîsanê bi pêvajoyekî ku di 50 saliya têkoşîn û serfiraziyê de erk û berpirsiyartiyên me hîn jî mezintir dike, wateya wî hîn jî gîringtir dike. Jiber wê jî pêwîste em 4 ê Nîsanê bi vî ruhê pêşwazî bikin, bi vî ruhê dest bigirin û azadiya fîzîkî a Rêbertiya xwe teqez bikin. Ev dê jiyanekî nû, têkoşînekî nû, ji bo hemû insaniyetê jî nûbûne kî bi xwe re bîne.
Wek Hereketa Ciwanan, wek Ciwanên Kurdistanê, têkoşîna ku bi ciwantî hatiye destpêkirin niha hatiye astekî wisa ku em Ciwanên Kurdistanê dikarin ji bo hemû Rojhilatanavîn, ji bo hemû mirovahiyê pêşengtiyekî pir mezin bikin. Ev hemû derfet û îmkan hatine avakirin. Bes pêwîstî pê heye ku em di vê meşê de, di vê baweriyê de, di vê îradeyedê baweriya xwe ava bikin û meşa xwe pêşbixînin. Jiber vê ji ji Bakûrê Kurdistanê bigire heya Rojhilatê Kurdistanê, ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta Başûrê Kurdistanê, ji derveyê welat bigire heya hemû cîhanê pêwîste em Ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de xwe berpirsiyar bibînin û li erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî xwedî derkevin. Ev wek erkekî dîrokî ye li ser milên me û pêwîste ku em pêkbînin. Jiber wê jî di meşa azadiyê de, di têkoşîna serkeftinê de, pêvajoya ku emê zaferê dest bigirin de em bang li ciwanan ddikin ku hemû ciwan werin tevli meşa azadiyê bibin, werin tevli Cenga Azadiyê bibin û Dem Dema zadaiya fîzîkî a Rêbertî hatiye. Dema Serkeftinê hatiye. Vê jî wek ciwan emê pêkbînin. Çawa ku Rêbertiya me gotiye:’’ Me bi Ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin’’ Nihajî em wek ciwan dikarin vê serkeftinê teqez bikin.Jiber vê jî bangawaziya me ya ji bo ciwanan eve ku xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derbikevin.