HESEKÊ – Ji navçeya Zirganê ya ku rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî êrişên dagirkirinê tên, 32 ciwan tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.
Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê taybet û êrişên xwe yên bi armanca koçberkirin û dagirkirinê zêde kirine, tevlêbûna nava hêzên parastinê jî zêde dibe.
Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyê Zirganê ya kantona Hesekê, nemaze piştî êrişa hewayî ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê, 32 ciwanan biryara tevlîbûna nava refên Hêzên Ewlekariya Hindirîn da.
‘PIŞTÎ ÊRIŞÊ 32 KES TEV LI ASAYÎŞÊ BÛN’
Ji rêveberiya Hêzên Ewlekariyê Hundirîn a navçeya Zirganê Alan Dawûd jî der bare êrişa li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê de got: “Di rojeke taybet de ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan dihat pîrozkirin, navenda me saet derdora 17:15’an de bi dronekê hate hedefkirin. Dixwazin bi vê yekê gelê bitirsînin û herêmê ji sivîl û saziyên wê vala bike.”
Alan Dawûd di dewama axaftina xwe de got: “Em destûr nadin van planan. Îradeya me xurt e, baweriya me jî bi hêza me heye. Ruxmî êrişên ew qas mezin, gelê me dev ji axa xwe bernade. Di dema topbaranê de gel diçe gundan û roja din dîsa vedigerin. Her em rastî êrişan tên ew qas hêza me mezin dibe. ”
Dawûd îşaret bi tevlêbûna 32 ciwanan nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û ew tişt anî ziman: “Piştî êrişa li ser navenda me derdora 32 kes tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Bila baş bizanin ku em tu carî destûrê nadin tu kes destwerdanê li axa me bike.”