STENBOL – Nûrhan Yilmaz a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin, ragihand ku girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê didin girtiyan û pirtûk û kovaran nadin wan.
Nûrhan Yilmaz a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û li ser îfadeyên şahidên nepen di sala 2017’an de bi serde girtina polîsan a Kovara Yuruyuşê de hatibû binçavkirin û girtin û 11 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Dosyaya Yilmaz a 5 sal in di girtîgehê de ye li Dadgeha Bilind disekine. Yilmaz, ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ku lê tê ragirtin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin vegotin.
Yilmaz, da zanîn ku mafên girtiyan ê sohbetê, pirtûk wergirtinê û hevdîtinê tê binpêkirin û bi lêv kir ku dermankirina girtiyên nexweş jî tê asteng kirin. Yilmaz, diyar kir ku ji ber îfadeyên şahidên nepen hatiye girtin, darizandineke adil nehatiye kirin û anî ziman ku divê dosyayên ji ber îfadeyên şahidên nepen û îtîrafkaran hatine vekirin bên betalkirin.
‘TECRÎD ÎŞKENCEYEK E’
Yilmaz, qala polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li girtîgehê kir û wiha got: “Bi pandemiyê re hemû mafên me ji me girtin. Niha dibêjin her tişt ‘normal’ bûye. Gardiyan bi komî tên lêgerînan dikin. Li dijî vê yekê em ên ku di nava 3 hefteyan de 4 caran derzî bûn û hatine îzole kirin, nahêlin em mafê xwe yê sohbetê bikarbînin. Ji aliyê zanistî tecrîd hatiye îspatkirin ku îşkence ye. Ji ber vê yekê tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em dixwazin mafên me yê sohbetê were pêkanîn.”
KOVAR Û PIRTÛKAN NADIN
Yilmaz, diyar kir ku di nava binpêkirinên mafan de qedexeyên pirtûk û kovaran jî hene û wiha berdewam kir: “Tê astengkirin ku em kovaran bi pereyê xwe bistînin. Em bibin abone jî ji ber rêveberiya girtîgehê naveroka wê naecibîne tevî ku biryara girtina wê jî nîne kovaran nadin. Yekane armanca van astengkirin û qedexeyan, astengkirina mafê lêkolînkirin û pirtûk stendinê ye. Ji ber vê em dixwazin ku hemû astengkirin û qedexe bên rakirin.”
Yilmaz, di nameya xwe de xwest ku cezayên dîsîplînê bên rakirin û ev tişt gotin: “Cezayên ragihandinê (mafê axaftina bi telefonê, şandina name û faks), hevdîtinê, hucreyê (heke te biavêjin hucreya yek kesî rojê tenê saetek mafê hewadarkirinê heye), TV û radyoyê tên dayîn. Ji xwe girtina mirovan a di nava çar dîwaran de cezayekî têrker e. Wezareta ku dibîne ev ceza têra nakin, bi cezayên dîsîplînê bi hêceta “ne di rewşeke baş de ne” dibe sedemê ku girtî zêdetir bimînin di girtîgehê de.”
‘KESÊN BÊDENG DIMÎNIN WÊ BERPIRSYARÊ VÊ BÊEDALETIYÊ BIN’
Yilmaz, xwest ku her kes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dengê xwe derxîne û nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi daxwaza darizandineke adil Sîbel Balaç 110 roj in di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de Gokhan Yildirim jî di Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê de di rojiya mirinê de ne. Daxwazên wan daxwazên mirovî ne divê bên pêşwazîkirin. Daxwaza wan a darizandineke adil daxwaza hevpar a herkesê ye. Heke berpirsyarên edaletê, Wezareta Dadê, dadger, dozger, parêzerên ku wezîfeya wan a sereke parastin e, xebatkarên çapemeniyê û rewşenbîrên welatê me yên vê rewşê dibînin bin, ev tê wê wateyê ku ji mirinên rû bidin ew ê jî berpirsyar bin. Daxwaza min ew e ku hûn jî li dijî vê bêedaletiyê derkevin. Kesên ku bêdeng dimînin û temaşe dikin wê berpirsyarê vê bêedaletiyê bin.”