NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sorxwîn Ciwana Mûnzûr ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Esenyûrtê çalakî kirin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî hatin dayin:
“4’ê Nîsana 2022’an roja Duşemê saet di 21:00 de li Esenyûrt a Stenbolê, milîsên Sorxwîn Ciwana Mûnzûrê rê li çûn û hatinê girtin, bi fîşekên hewayî û molotof kokteylan çalakî kirin. Milîsên me piştî çalakiyê li qadên xwe vegeriyan.
Em îrade û têkoşîna gelê Kurd silav dikin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojbûna xwe ragihandiye. 4’ê Nîsanê li mirovên ku li her devera cîhanê pîroz kirin, li gelên ku tevî qedexeyên dewleta mêtinger jî herikîn Amarayê pîroz dikin.”