NAVENDA NÛÇEYAN – Baskê Ciwanan ên AKP ya Agiriyê qaşo xwarina sahurê dan. Lê ji gor feqîriya di nav gel û qeyrana aborî jî sofreya wan diyar bû ku sofreya dizan bû.
Li ser sofrê her cur xwarin dixuya. Piştê dîmenên vê dizî rezîliyê belav bûn di nav raya gel û şêniyên Agiriyê acizbuyîn derketin pêş. Li ser vê Serdiz Savci Sayan li ser malpera xwe ya Twitterê daxuyaniyek da û qaşo fatureyek parvekir û diyar kir ku mesref 21 hezar e. Lê diziya wan faturayê ve eşkeretir bû. Ji ber ku Faturayê de bi nivîskî 20,000 dixuya û bi reqaman ve jî 21,000 duxuya.
Di vir de jî car din eşkere bû ku fatûre jî wan amade kiriye lê wisa rehetin ku karê diziyê jî vekirî dikin.
Wêneyê Faturayê: