STENBOL – Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê girtî bû, 3’ê Nîsanê hate qetilkirin. Cenazeyê Sevînç piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê doh radestî malbata wî kirin. Cenazeyê Sevînç doh ji Balafirgeha Adnan Menderes bi wesayita kargo anîn Balafirgeha Sabîha Gokçenê.
Ji ber ku wesayita cenaze ji malbatê re nehate dayin, malbatê bi derfetên xwe doh bi şev cenaze anî morga Mizgefta Pîrî Reîs a li taxa Pîrî Reîs a navçeya Darica ya Kocaeliyê. Ji bo ceşartinê jî birin Goristana Darica Nene Hatûn.
Polîsan li pêşiya navçeya Daricayê konvoya cenaze sekinand û gef li malbatê xwar ku dirûşman neqîre.
CENAZE NEŞUŞTIN, CEZA LI XELKÊ BIRÎN
Cenazeyê Sevînç ku anîn Mizgefta Pîrî Reîs, ji aliyê mele ve bi hinceta ‘qedexe’ ye nehate şuştin û wecîbeyên olî bi cih nehate anîn. Malbatê bi derfetên xwe meleyek anî, cenazeyê Sevînç şuşt û wecîbeyê olî bi cih anî.
Girseya gel a ku ji bo tevlî merasîma cenaze bibe hat, bi hinceta ku hewşa mizgeftê wesayit par kirine ceza li wan hate birîn.
Her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê ku ji bo şopandina merasîmê li mizgeftê bûn, hatin astengkirin, her wiha bi gefxwarinê ji herêmê hatin dûrxistin.
Cenazeyê Sevînç piştî nimêjê ji bo veşartinê birin Goristana Darica Nene Hatûn.